Ji heman sûcdariyê dubare doz vekirin 2017-11-04 10:40:55 ANTALYA - Der barê 4 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Alanya ku ji "Endamtiya rêxistinê" ceza xwarin, dubare doza "Endamtiya rêxistinê vekirin. Parêzerê girtî Zulfikar Budak Ali Bozan, diyar kir ku ji heman sûcdadriyê cara duyemîn doz bê vekirin li dijî hiqûqê ye.  Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Alanya ji cezayê "Endamtiya rêxistinê" hatine girtin cara duyemîn ji heman sucdariyê doz li wan hat vekirin. Der barê 4 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Alanya ku rastî cezayê "endamtiya rêxistinê" hatin dubare ji heman sucdariyê doz li wan hat vkirin.  Girtiyê li Girtîgeha Tîpa L a Alanya Ekrem Muhammed Hennan Hamudî, Serhat Çetiner, Yucel Balyeci û Zulfikar Budak  yên rastî ceza hatibûn dubare ji heman sûcdariyê doz li wan hat vekirin. Dozgerê Komarê Kemal Selçuk Kiliç dubare ji sucdariya "Endamtiyarêxistinê" doz li wan vekir û îdîaname pêşkêşî 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalya kir. 2'emîn rûniştina dozê dê di 7'ê Mijdarê de bê dîtin.    Dozger di îdîanameyê de diyar kir ku Ekrem Muhammed Hennan Hamudi, Yucel Balyeci, Serhat Çetiner ên li Girtîgeha tîpa L a Alanyayê bi sucdariya "Endamtiya rêxistinê" 11 sal û 3 mehan ceza xwarine û hikûmxwar Zulfikar Budak ji ber kovara 'SERXWENBUN' a ji Almanya jêre hatiye şandin, di rûpela 25'an de bang li endamên rêxistinê kiriye û hatiye xwestin ku 'Girtîgehan bikin qada berxwedanê û karê dadgehê zor bikin. Midûrê Girtîgehê kovar bi dest xistine û li Dosgeriya Komarê ya Alanya sûc kiriye."      EM DÊ DUBARE SÛC BIKIN   Parêzerê Girtî Zulfikar Budak Prz. Ali Bozan, diyar kir ku muwekîlêwî  Zulfikar Budak bi salan e li Girtîgeha Tîpa L a Alanya girtî ye û wiha got: "Muwekîlê min bi sucdariya enamtiya rêxistinê hatiye cezakirin. Çawa dibe ku dûbare ji heman sûcdariyê bê cezakirin. Kovara 'Serxwebun' ku ji dervê welat bêyî vîna wî tê şandin çawa dibe ku bibe sedema sûc. komîsyona girtîgehê kovarê lêkolîn dike û der barê muwekilê min jî di navde 4 girtiyan de doza "Endamtiya rexistinê" vekir. Ev doz bi serê xwe pirsgirêkek bingehîn e. Ev kesana ji xwe ji sucdariya endamên rêxistinê hatine cezakirin. Dîsa li heman hikûmxwaran ji heman sûcdariyê doz tê vekirin. Ev li dijî hiqûqê ye û ne pêkan e.  Bozan, di lêpirsîn û lêkolînên nivîskî de nehatiye tespîtkirin ku muwekilê min ji tu deran kovar xwestiye. Kesekî ji endamtiya rêxistinê hatibe cezakirin, ji milê hiqûqê ve ne pêkane e dubare doz bê vekirin. Ev li dijî hiqûqê ye."