5 kes di teqîna li malê de birîndar bûn 2017-11-04 10:14:26 DENÎZLÎ – Li Denîzliyê di malekê de teqîn rû da û 5 kes birîndar bûn.  Li taxa Muratdede  ya navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê di maleke avahiya wê 6 qat  de teqîn pêk hat. Diwarên xanî rûxiyan û 5 kes birîndar bûn. Gelek ekîbên agirkuj, tenduristî, polîs û ekîba Midûrê Rewşa Lezgîn û Afatê ya bajêr sewqî herêmê hatin kirin. Hat zanîn ku 5 kesên di teqînê de birîndar bûn, xeteriya jiyana wan tuneye û sewqî nexweşxaneyên derdora bajêr hatin kirin. Derbarê teqînê de lêpirsîn dest pê kir.