Peyama sersaxiyê jî sûc e 2017-11-04 10:11:59 ANTALYA – Li Antalyayê di îdianameya hevserokên HDP’ê yên bajêr jî di nav de der barê 20 kesî hat amadekirin de, peyama sersaxiyê ya ji bo dayika Ayşe Deniz Karacagil ku wek ‘Kirmizi Fularli Kiz’ dihat nasîn sûc hat hesibandin.  Di 11’ê Tebaxa 2017’an de polîsan avêtibû ser HDP’a Bajêr a Antalyayê û hevserokên HDP’a Bajêr Îhsan Nergiz û Songul Şarkli, rêveber Nihat Akkaya, Rafiye Akkaya, Ziya Yuce, parêzer Deniz Yildirim, Ramazan Gokalp, Dilan Çiçek, Aylin Onursev, Abdullah Sarica, Hadi Cin, Muhsin Taşar, Aynur Ruzgar Gokçe, Alican Mat, xwendekar Sevgi Arslan, Adnan Ozkaçmaz, Emrah Çetin, Habur Sadak, Rojin Kaya û Suleyman Baytar hatibûn binçavkirin û bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Îdianameya dozê hat amadekirin. Îdianame ji aliyê Dozgerê Komarê Osman Nuri Çizmeci ve hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Antalyayê ve jî hat qebûlkirin. Bi tawanbariya “propagandaya rêxistinê ji bo her kesekî/ê ji salekê heta 5 salan û bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” jî ji bo her kesekî jî ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Dê danişîna yekemîn a dozê di 4’ê Nîsana 2018’an de bê dîtin.    Dema Ayşe Deniz Karacagil ku raya giştî wê bi bernavê “Kirimizi Fularli Kiz” dinase jiyana xwe ji dest da, Hevserokê HDP’a Bajêr Îhsan Nergiz sersaxiya dayika wê kir, lê belê di îdianameyê de sersaxî sûc hatiye hesibandin.    Di îdianameyê de ji bo Hevserok Songul Şarkli jî, beyanên şahide nepen esas hatine girtin û li gor beyanên şahide nepen hatiye derpêşkirin ku Şarkli li ser fermanên rêxistinê tevlî hemû fealiyet û daxuyaniyan dibe.    Şahidê nepen ê bi navê “Kartal” ji bo Nihat Akkaya jî wiha dibêje: “…Beriya her tiştî ji bo HDP’ê ûji wir jî ji bo PKK’ê gelek kesan temin dike û dişine. Fealiyetên KURDÎ-DER’ê organize dike, lê nizanim bi awayekî fermî endamê wê yan na.” Her wiha di îdianmeyê de ji ber Nihat Akkaya çûye taziyeya Ayşe Deniz Karacagilê û tevlî çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakaça, sûc hatine hesibandin.    Di îdianameyê hema bêje ji bo kesên din jî heman tişt tên îdiakirin.