Sal û 7 meh in li benda lêpirsînê ye 2017-11-04 09:56:39 COLEMÊRG – Dayika Jîhat Dogma Kiymet Dogma, ê di operasyonan de li Taxa Dîzê ya Geverê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku 12 gule li bedena kurê wê ketiye û şopa kîmyasalê h atiye dîtin. Dogma, diyar kir ku serî li dozgeriyê da, lê sal û 7 meh derbas bûn hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Di qedexeya derketina kolanan ku 79 rojan li Gevera Colemêrgê domand de Jîhat Dogma jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê têkildarî mirina Dogma serî li dozgeriyê dabû, lê belê sal û 7 meh e hîn jî lêpirsîn nehatiye vekirin.    Kiymet Dogma (61), dayika Jîhat Dogma ku di 9’ê Nîsana 2016’an de jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku 12 gule di bedena kurê wê de bûne û li ser bedena wî şopên madeyên kîmyewî hebûye. Dogma, diyar kir ku wan têkildarî lêkolînkirina mijarê wan serî li dozgeriyê dabû, lê belê heta niha tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Dogma ku got “Nedestpêkirina lêpirsînê tê wateya ku madeyên kîmyewî hatine bikaranîn”, diyar kir ku roja bûyerê kurê wê li Taxa Dîzê li wê geriyaye û wiha gotiye: “Dayê li vir madeyên kîmyewî bi kar tînin, alîkariyê bikin.”    Dayik Dogma wiha got: “Ji ber qedexeya derketina kolanan ez û hevjînê xwe mecbûr man biçin Şemzînanê. Roja bûyer qewimî Jîhat li min geriya û got madeyên kîmyewî tên bikaranîn. Li ser vê bi tena serê xwe ji Şemzînanê ketim rê. Di têketina navçeyê de gotin qedexe ye û nehiştin biçim cem kurê xwe. Paşê xebera mirina Jîhatê min hat.”    JI DÊVLA LÊPIRSÎNÊ GEF LÊ MALBATÊ XWARIN!    Dayik Dogma, da zanîn ku dema wan ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê cenazeyê kurê xwe wergirtiye, cenaze bi temamî şewitandî bû û ev tişt gotin: “Destên kurê min ên şewitandî bilindkirî bûn. Şûna 12 guleyan di canê wî de hebûn. Wehşet anîne serê kurê min.” Dogma, diyar kir ku wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê daye da bê lêkolînkirin ka madeyên kîmyewî hatine bikaranîn an na, lê belê sal û 7 meh di ser bûyerê re derbas bûne hîn jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin.     Dogma, diyar kir ku her hefte bi dehan polîs davêjin ser malên Taxa Dîzê. Dogma, diyar kir ku dema polîsa avêtine ser mala wan gef li wan xwarine û wiha domand: “Dema kurê min kuştin, demançeyek danîne cem wî. Dikarin min jî bikujin û demançeyê deynin cem min. Ez qet ji wan natirsim. Tu tiştekî ku winda bikim nemaye. Di bêrîka kurê min de ji bilî 5 lîreyî, tizbiyekê û hesteyekî pêvtir tu tişt tune bû. Kurê min kuştin û demançe danîn kêleka wî.”    Dayik Dogam, diyar kir ku kafeya înternetê ya kurê wê hebûye û dema kurê wê diçû dikana xwe hatiye kuştin. Dayik Dogma meqbûzên bacê yên kurê xwe nîşan dan û wiha axivî: “Dema kurê min diçû cihê kar hat qetilkirin. Dema kurê min dikujin, paşê kargeha wî jî dişewitînin. Hîn jî meqbûzên baca ku dide li malê ne. Kartên wî yên krediye jî. Kesekî ku endamê rêxistinê be ma bacê dide? Yê li min û hevjîna xwe dinerî kurê min bû. Kurekî min di girtîgehê de ye û yê din jî li Rojavayê şehit ket. Keça min jî zewicî, niha ez û hevjînê xwe tenê mane.” Dayik Dogma, dest nîşan kir ku ew ê dev ji kesên ku kurê wê kuştine bernede û doza alîkariya huqûqî kir.