Bi fatûrên xeyalî mesrefa şexsî li ser Muzê nivîsand 2019-02-01 09:43:13   AMED - Midûr û cîgirê Midûrê Muzeya Amedê ku maşineyên muzeyê di xizmeta xwe ya şexsî de bikar anîn û 2 caran qeza derbas kirin, derket holê ku hemû mesrefên qezayê bi fatûreyên xeyalî li ser muzeyê nivîsîne û pereyên mesrefa ji muzeyê stendine.    Midûrê Muze û Tûrîzma Bajar a Amedê Vehbi Yurt û Cîgirê wî Fırat Ceylan maşîneyên muzeyê di karên xwe yên şexsî de bikar anîn. Dema maşîneyên muzeyê di karên xwe yên şexsî de bikar anîn 2 caran qeza derbas kirin. Li gorî îdîayê Midûr Vehbi Yurt û Cîgirê Wî Fırat Ceylan di dawiya hefteyê de maşîneyên muzeyê yên bi plakeya 34 AAT 646 a Opel Astra û ya zeviyan a bi plakeya 06 AGS 580 di karên xwe yên şexsî de bikar anîn. Dema maşîneyên muzeyê di karên xwe yên şexsî de bikar anîn mazota wê jî li ser saziyê divîsandin. Her çend maşîne ji xeynî karê lêkolîna Kolandin û Rizgarkirina Bendava Ilısu  gerên wê qedexe bû jî Midûr û Cîgire Midûr li Mêrdîn, Êlih, navçeyên Erxenî, Gêl û navçeyên din geriyan. Cîgirê Midûrê Muzeyê Fırat Ceylan ji xeynî saetên mesaiyê bi maşîna muzeyê li gel hevalên xwe derketin seyranê. Dema bi maşîna muzeyê ya plakeya wê 34 AAT 646 ya Opel Astra çûn seyranê qeza kirin. Cîgirê Midûr piştî qezayê di 23'ê Îlonê de bi fatûra xeyalî ya 2 hezar û 983 TL mesrefa qezayê nivîsandin û li ser saziya muzeyê nivîsand. Ceylan, fatûreya qezaya maşînê ji butçeya lêkolîna Çemê Emberî ya Midûriyetea Muzeya Amedê temîn kir. Qezaya ku di 7'ê Îlonê de pêk hat, wekî ku di 23'ê Îlonê de pêk hatibe nîşan da. Lêçûn jî wekî 2 hezar û 983 TL nişan da.