Hatîmogûllari: Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî 2019-02-01 09:16:28 AMED - Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û got: "Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî bi sedan girtî di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne. Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdê.    Hatîmogûllari, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûqa navdewletî û hiqûqa hundirîn a Tirkiyeyê ye. Hatîmogûllari, bilêv kir ku bi vê tecrîdê tenê ne Ocalan hemû gelê kurd tê tecrîdkirin. Hatîmogûllari, bi bîr xist ku piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê li dijî gelê kurd polîtîkayên şidetê ketine dewrê û tecrîd jî perçeyeke ji van polîtîkayan e. Hatîmogûllari, bilêv kir ku tecrîd tenê ne li Îmraliyê her çar perçeyên Kurdistanê heye.    ‘EM HÊVÎ DIKIN'    Hatîmogûllari, anî ziman ku li Tirkiyeyê derfetên têkoşînê pir hatine sînordarkirin û ji ber vê çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin. Hatîmogûllari, diyar kir ku ji ber polîtîkayên çewisandinê Tirkiye veguheriye girtîgeheke vekirî. Hatîmogûllari, bilêv kir ku Guven û girtî ji bo demarên têkoşînê yên hatine xitimandin ji nû ve bên vekirin ketine greva birçîbûnê û got: "Helbet greva birçîbûnê çalakiya ku em herî dawî serî lê bidin. Mirov bedena xwe bide ber birçîbûn û mirin, bedêleke giran e. Ev kes hay ji vê hebûn û ketin greva birçîbûnê. Em vê berxwedanê silav dikin. Em hêvî dikin ku wê bi vê çalakiyê demarên têkoşînê vebin."    Hatîmogûllari, anî ziman ku hikûmet naxwaze çalakiyên greva birçîbûnê belav bibin û got: "Dibe hikûmet ji bo şikandina grevên birçîbûnê tev bigere. Em hemû jî dikarin vê texrmîn bikin." Hatîmogûllari, diyar kir ku lê belê wê ev mudaxile bi kêrî tu kesî neyê û got: "Wê ev zirarê bide 80 milyon kesî. Jixwe li Tirkiyeyê têra xwe maf, hiqûq û mafên mirovan derbe xwarine. Wê ev mudaxile qesdî canê 80 milyon kesî bike."    'MECBÛR E'    Hatîmogûllari, diyar kir ku daxwaza Guvenê û girtiyan di Qanûna Bingehîn de cih digirin û got: "Em doza vî mafî dikin. Divê ev hikûmet li hiqûqa vê dewletê binere. Mecbûr e guh bide dengê kesên bedena xwe dane ber mirin." Hatîmogûllari, anî ziman ku berî ku li Tirkiyeyê berberîbûn zêde bibe divê demildest daxwaza Guvenê bê qebûlkirin û ji bo vê bang li hemû rêxistinên civaka demokratîk kir û got: "Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî."    MA / Mehmet Şah Oruç-OzgUr Paksoy