'Bêhnstendina gelan bi bidawîbûna tecrîdê pêkan e' 2019-02-01 09:14:07 MANÎSA - Ahmet Ertaş ku 10 salan di girtîgehê de ma û 3 caran ketiye grevên birçîbûnê, destnîşan kir ku bêhnstendina gelên Tirkiyeyê bi bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome.  Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan bi sedan girtî jî di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne. Ahmet Ertaş ku 10 salan di girtîgehê de me û 3 caran ketiye grevên birçîbûnê yên dodmirêj, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên niha.    ‘KETINA GREVA BIRÇÎBÛNÊ NE HÊSAN E'    Ertaş, diyar kir ku wexta Ocalan anîn Tirkiyeyê hêrsa gel zêde bibû û bal kişand ser greva birçîbûnê ya wê demê: "Tenê bedenek me hebû. Me ew jî da ber birçîbûnê. Paşê li ser daxuyaniyên Birêz Ocalan çalakiya me bi dawî bû. Derfetên di dest girtiyan de sînordarkirî ne. Me jî bi vê çalakiyê dengê xwe ragihandin. Ji bo dawî li şer û pevçûnan bê em ketin greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger. Em 37 roja di greva birçîbûnê de man. Bi rastî jî ketina greva birçîbûnê ne tiştekî hêsan e. Wexta em diketin greva birçîbûnê têm êrîşî me dikirin. Lê belê me li ber xwe da, çimkî me dizanibû wê bi vî awayî pêvajoya xurab biguhere."    ‘TECRÎD DIBE SEDEMA ZÊDEBÛNA RAGEŞIYÊ'    Ertaş, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û bi sedan girtyî jî. Ertaş, diyar kir ku daxwaza wan daxwazeke mafdar e, lew bi taybetî 3 sal in Ocalan bi awayekî kêfî tê tecrîdkirin. Ertaş, got her diçe ev tecrîd rageşiya di nav civakê de zêdetir dike. Ertaş, destnîşan kir ku ev rageşî bi kêrî Tirkiyeyê nayê û got: "Loma divê demildest dawî li tecrîdê bê. Divê guh bidin daxwazên girtiyan. A girîng ew e rêya ber bi aştiyê ve neyê xitimandin. Ceribandin û tecrûbeyên li cîhanê jî vê yekê nîşanî me didin. 40 sal in em dibînin ku bi çewisandin û zextan tiştek bi ser tiştekî ankeve. Bi zext û zoriyan îzolekirina gelekî encamê nade. Divê zemîna ji bo aştiyê çêbibe. Gelên Tirkiyeyê tenê bidawîkirina tecrîdê dikarin bêhnê bistînin. Wekî din tu rê û alternatîf tune ye."    Ertaş herî dawî got: "Leyla Guven li dijî tecrîdê dest bi çalakiyekê kir. Bi vê helwesta rûmetdar a Guvenê, ev çalakî li girtîgehan jî belav bûn. 85 roj in di grevê de, ev ne tiştekî rihet e." Ertaş destnîşan kir ku divê herkes dengê xwe li dengê girtiyan zêde bibe.