Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin 2019-02-01 09:12:29 STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî ji bo mîtînga wê di 3'yê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bê lidarxistin bang kirin û gotin: "Em xwedî li çalakiya Leyla Guvenê derkevin."  Wê HDP'a Stenbolê, bi boneya piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin, di 3'yê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngekê li dar bixe. Nûnerên partiyên siyasî ji bo mîtîngê bang li herkesî kirin.    ESP: EM XWEDÎ LI ÇALAKIYA LEYLA GUVENÊ DERKEVIN    Wekîlê Serokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, diyar kir ku li welat civaka tirsandî tê avakirin û li hemberî vê tirsê derdoreke heye û ev derdor li ber xwe dide. Tumuklu, bilêv kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe enerjiyeke girîng li derdora ku xwe teslîm nake bar kiriye û got: "A dikeve ser milê me em xwedî li çalakiya Leyla Guven û pêşeroja welat derkevin. Xwedîderketina li grevên birçîbûnê û dijderketina li tecrîdê tê wateya xwedîderketina li têkoşîna polîtîk û rêxistinbûyî." Tumuklu, bang li herkesî kir ku di 3'yê Sibatê de biçin Qada Azadiyê ya Bakirkoyê.    PARTIYA ŞOREŞGER: WÊ XEYALÊN ME PÊK BÊN    Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren jî, bal kişand ser polîtîkayên 17 salên îktîara AKP'ê û got: "Di vê pêvajoyê de jin bi taciz, tecawiz û cinayetan re rû bi rû man. Lê belê dîsa jî hin derdoran çok dananî. Mîtînga ku dê roja yekşemê bê lidarxistin yek ji van mîtînga ye. Em Partiya Şoreşger, careke din iyar dikin ku em ê bi ser bikevin. Divê yekîtiya me xurtir bibe." Oneren, hemû şoreşger, demokrat û muxalifan vexwand mîtîngê û got: "Wê xeyalên me pêk bên."    SYKP: DIVÊ HERKES MIL BIDE MILÊ HEVDU    Endamê SYKP'ê Îlhan Tûrhan Yildirim jî got: "Ji bo gel, karker, kedkar, jin, ciwan û hemû mirovên vî welatî bi bedêlên giran re rû bi rû nemînin û ji bo bilindkirina têkoşîna ked, aştî û edaletê divê kuçe û kolan bên dagirtin." Yildirim, destnîşan kir ku ew SYKP, di 3'yç Sibatê de hemû kesî vedixwînin Qada Azadiyê ya Bakirkoyê û got: "Em ê bi hemû hêza xwe tev li mîtîngê bibin û divê herkes jî mil bide milê hevdu."