HDP'î bi girseyî ber bi mala Guvenê ve meşiyan 2019-01-31 20:59:35   AMED – Parlemeneterên HDP'ê jî di nav de gelek welatî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, çûn ber mala Guvenê. Lê belê polîsan mudaxileyî girseyê kir.    Hevseroka Kongeya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, piştî ji girtîgehê derket çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin, li mala xwe didomîne.    Parlementerên HDP'ê Ridvan Tûran, Tulay hatîmogûllari, Semra Guzel, Dersim Dag, Mûsa Farisogûllari û namzetê HDP'ê yê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli jî di nav de bi sedan kes ji bo piştgiriyê ber bi mala Leyla Guvenê ve meşiyan. Di dema meşê de girseyê li pîspîskan xist.   LI BER MALÊ MUDAXILE KIRIN   Piştî girse hat ber mala Guvenê dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kir. Guven jî di paceyê de girseyê silav kir. Piştî dirûşme hatin berzkirin polîsan bi ava şid mudaxileyî girseyê kir û polîs û parlementer ketin qirika hev.    Di dema mudaxileyê de welatiyên li derdorê jî li malên xwe bi dengderxistinê piştgirî dan çalakiyê.    Parlementer çûn mala Guvenê û li ber derî serdana Guvenê kirin.