'Mîrê bilûrê' Egîdê Cimo di 87 saliya xwe de koça dawî kir 2019-01-31 19:26:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Egîdê Cimo ku wekî 'mîrê bilûrê' tê naskirin li paytexta Ermenîstanê Erîvanê jiyana xwe ji dest da.    Egîdê Cimo ku wekî 'mîrê bilûrê' tê naskirin, di 87 saliya xwe de li paytexta Ermenîstanê Erîvanê jiyana xwe ji dest da.    Cimo ku tevî bilûrê li esntrumanên wekî mey û zirnê jî dixist, di sala 1955'an de li Radyoya Erîvanê li para kurdî dest bi xebatê kir û Kurdistaniyan bi salan ji radyoyê dengê bilûra wî bihîst. Cimo, 35 salan li Radyoya Erîvanê kompozîtorî kir û bi bilûra xwe reng da stranên hunermen Aram Tîgran, dengbêj Şeroyê Biro, Qarapêtê Xaço, Aslika Qadir û gelek hunermendên ekola Sovetê.    Her wiha Cimo, li Enstîtuya Muzîkê ya Romanos û Melîkyan jî xwnediye û di sala 1967'an de bi dereceyeke bilind îcazet girtiye û yek ji wan kesan e ku Qarapêtê Xaço bi Radyoya Erîvanê û kurdan daye naskirin.