Ser doza JÎTEM’a Enqereyê diniximînin gelo? 2019-01-31 16:05:33 ENQERE – Di nivîsa Miduriyeta Giştî ya Polîsan ku şand Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê şahidê nepen ê bi navê Ayişigi nehat dîtin. Parêzeran bertek nîşanî vê yekê da.  Danişîna doza JÎTEM’ê ya Enqereyê ku ji ber kuştina 19 kesên di navbera salên 1993 û 1996’an de li Enqereyê û derdora wê hatin kuştin vebûye li Dadgeha Enqereyê hat dîtin. Parêzerên muştekî û yên bersûcan beşdarî danişînê bûn. Piştî xwendina nasnameyan hat dîtin ku heyeta dadgehê guheriye. Ji ber guherîna heyetê zabitên danişîna derbasbûyî carek din hatin xwendin.    Di dadgehê de hat gotin hêj biryara girtina bersûc Mahmut Yildirim (Yeşîl) heye û têkildarî dosyeya sereke parastina ji bersûcan Alî Tekdemîr hatiye girtin.    NAVÊ ŞAHID DI NIVÎSÊ DE NÎNE    Heyeta dadgehê diyar kir ku nivîsek ku navê şahidê nepen ê bi navê Ayişigi têde nîne ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Polîsan ve ji wan re hatiye şandin.    ‘WÊ DEMÊ FAÎL DEWLET BI XWE YE’    Parêzerên muştekî li dijî navê şahidê nepen Ayişigi ku di nivîsê de cih nagire bertek nîşan dan û gotin ji bo ser dozê bê girtin çi ji destê wan tê dikin. Parêzeran got: “Çawa şahidê nepen nayê dîtin? Ev yek jî baş dide nîşandan ku faîl dewlet bi xwe ye.”    PARÊZERÊ BERSÛCAN LI XWE MIKÛR HAT    Parêzerek bersûcên dozê li xwe mikûr hat û got: “Li vî welatî her kes girtiya pêvajoyan dizane. Muhtemel şahid li derveyî welat e.”    Heyeta dadgehê danişînek din taloqî 5’ê nîsanê kir.