Navnîşanên hilbijêrên xeyalî nîşanî rojnamegeran dan 2019-01-31 15:50:43 SÊRT – Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îtîraza wan a li dijî qeydên hilbijêran ên li avahiyên vala yên Sêrtê hatiye redkirin û avahiya 232 kes li serê hatin qeydkirin nîşanî rojnamegeran da. Beştaş got ew ê roja hilbijartinê jî van navnîşanan bişopînin.    Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê têkildarî jêbirina qeydên hilbijêran û qeydkirina hilbijêran a li ser avahiyên vala li avahiya partiyê civîn li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Siddik Taş û Hevserokê HDP’a Sêrtê Serdar Batur beşdarî civînê bûn.    Hevserokê HDP’a Sêrtê Serdar Batur diyar kir ku têkildarî qeydên hilbijêran hîle hatine kirin û di encama xebata kirin e de vê bêrêbaziyê derxistine holê.    ‘HILBÊJÊRAN QEYDÊN XWE NÛ KIR’    Parlamenter Meral Daniş Beştaş jî bi bîr xist ku piştî sosretiya YSK’ê ya dengên bêmohr derbasî dîrokê bûye û di encama xebata wan kiriye de qeyda 6 hezar û 488 hilbijêr jê hatiye birin. Beştaş got tevî hemû neheqiya li dijî welatiyan bi rojan di hewa sar de di dorê de man û qeydên xwe nû kirin. Beştaş anî ziman ku îtîrazên wan ên li dijî qeydên hilbijêrên sexte nehatine qebûlkirin û red kirine û sextekariya wan a di van avahiyên valan de mînaka şênber a li ber çavan e.    ‘EM Ê VÊ YEKÊ BIŞOPÎNIN’    Beştaş da zanîn ku di daîreyên vala yên weqfan de 232 hilbijêrên sexte te dîtine û wan bi hemû belgeyan van hîleyan derxistiye holê lê tevî vê yekê jî îtîrazên wan tên redkirin. Beştaş diyar kir ku ew ê roja hilbijartinê van navnîşanan yek bi yek kontrol bikin ka kes tê dengan bikar tîne an na.    BI ROJNAMEGERAN RE NAVNÎŞANAN TESPÎT KIRIN    Piştî civîna çapemeniyê Beştaş û yên li gel wê rojnamegeran birin navnîşanên ku bi sedan hilbijêr li serê hatine qeydkirin. Beştaş û yên li gel wê li van navnîşanan geriyan û diyar kirin ku kes di wan daîreyan de rûneniştiye. Perdeyên bi şibakan ve ji bo ku bêjin va hinek kes di van daîreyan de rûdinê daliqandine jî nîşan dan. Beştaş lîsteyên qeydên hilbijêran nîşanî rojnamegeran da û got her tişt li holê ye.