Leyla Guven: Serkeftin ya me ye 2019-01-31 13:45:03 AMED - Leyla Guven a ku 85 roj e li dijî tecrîdkirin Ocalan di gereva birçîbûnê de ye bi telekonferansê beşdarî çalakiya nobetê ku li KCD'ê hat destpêkirin bû. Guven diyar kir ku ew çiqas bên astengkirin jî wê bi ser bikevin.  Çalakiya Hevseroka Kongereya Civka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Oclaan daye destpêkirin di roja 85'emîn de berdewam dike. Parlamenterên HDP'ê jî ji bo ku piştevaniya çalakiya Leyla Guven û gitiyên di gertîgehan de bikin li KCD'ê îro dest bi çalakiya nobetê kirin û Leyla Guven jî bi riya telekonferansê beşdarî çalakiya nobetê bû.    'BERXWEDAN XWEŞIKTIR DIKE'    Guven diyar kir ku ew dema di gertîgehê de bû peyamên ku jê re hatine hemû girtine û wiha got: "Min li girtîgehê jî peyamên ku we nû diweşandin dixwendin û agahiya min ji we hebû. Hewldana we ji bo min gelek girîg bû. Ez we baş dibînin û xweşî dibînim."    Li ser vê gotina Leylayê parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullarijî jî wiha got: "Tu xweşiktir xuya dikî." Guven jî bersiva Hatiomogullari da û got: "Ya min jî moralê min û xweşikbûna min û ji berxwedanê tê. Ez dibêjim xwezî min girtîgehê çalakiya xwe berdewam bikira. Ez li wê baştir bûm. Lê ji bo me cih ne girîng e. Dema ku li gitîgehê bûm min hûn ji Meclis TV dişopandin. Ji xwe yên din nedidan. Car caran Fatîh Portakal dida lê vê dawiyê wî jî ne ma da. Hûn li navenda faşîzmê bi awayê 'kral tazî ye' li ber xwe didin. Berxwedana ku em didin dîrek bandora xwe li ser gel dike. Ez nizanim çiqas ji serdema hilbijartinê derbaas bû lê ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim."   'ÇIRÛSKA TE WÊ BIBE SEDEMA TIŞTÊN ERÊNÎ'    Hatîmogullari jî dîsa mafê axaftinê wergirt û got: "Em ji bo axaftina te ya ku hêviyê dide me spas dikin. Ez te dişibhînim endama Artêşa Komarê ya Îrlanda (ÎRA) Bobby Sndsê ya di girtîgehê de. Em hewl din ku berxwedane te daye destpêkirin vebêjin. Çirûskek dikare bibe şikandina gelek tiştan. Em berxwedana te gelek girîng û giranbiha dibînin. Çalakiya te di cih de ye û tu mafdar î."   'ÇIRÛSKA TE PÊXISTIN BO ME GIRÎNG E'    Parlamenterê HDP'ê Ridvan Turan jî wiha got: "Ala ku te li dijî hêzên şerxwaz rakiriye li her derê tê dîtin. Berxwedêr wê bi ser kevin. Çirûska ku te pêxist ji bo me gelek girîng e. Ez di baweriya ku te erka xwe ya şoreşgerî bi cih aniye de me .Em ji te gelek hez dikin."   'TIRKIYEYEK DEMOKRATÎK Û KURDISTANEK AZAD PÊKAN E'    Piştî Hatimogullari û Turan, Guven dîsa axivî û got: "Ew nobeta ku hûn digirin gelek girîng e. Me bi salan hewl da ku em bên gel hev û bi hev re têkoşînê bidin. Em niha bi hev re ne. Ev tişta ku herî zêde birêz Ocalan girîngî didayê bû. HDP û HDK gelek girîng in û ji bo gelên me diyariyek in. Tirkiyeyk demokratîk û Kurdistanek azad pêkan e. Ev gavek yekemîn bû niha nêzî 300 hevalên me li girtîgehan di gerava birçîbûnê de ne."   'PÊKANÎNAN 12'Ê ÎLONÊ DERBAS KIRIN E'    Guven anî ziman ku şert û mercên li girtîgehê yên 12'ê Îlonê derbas kirine û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Li girtîgehê em bi pêkanînên 12'ê Îlonê re rûbirû bûn. Di serî de girtîgha Xerpêt û ya Panosê hevalên ku li gitîgehan di greva birçîbûnê de ne digirin huceryên ji bo yek kesî hatine çêkirin. Ji şekir û xwê wêdetir tu titştekî din nadin wan. Lê li gel van pêkanînan jî hevalên me 45 roj li dû xwe hitşin .Bi derxistina min a ji girtîgehê re xwestin berxwedanê parçe bikin. Em derketin vê rêyê kesên li pit me man wê jiyana xwe ya bi rûmet berdewam bikin. Ez ji her kesî re silav û heskirina xwe pêşkêş dikim."