Bek: Sepandina ‘hepsa malê’ rê li ber rûxandinê vedike 2017-11-04 09:18:30 EDENE – Parêzer Tugay Bek biryarên “Hepsa malê” wek niyeta cezakirinê nirxand û got: “Dema ceza bê erêkirin, daxistina înfazê çênebe rewşa beratê jî serlêdana daxwaza tazminata madî û manewî jî ne mimkûn e. Dê encama wê rê li ber rûxandinên mezin veke.”  Li Edeneyê di mehek dawî de bi sedan kes ji ber parvekirinên medya civakî û bi hincetên “îxbarên bê binî” hatin binçavkirin. Ji van nêzî 60 kes hatin girtin. 5 ji wan zarok û 30 kes jî rastî cezayê “hepsa malê” hatin. Parêzer Tugay Bek van binçavkirin, girtin û pêkanînan ji Ajansa Mezopotamya re nirxand.   'JI ÎNFAZÊ DAXISTIN TUNE YE’    Bek destnîşan kir ku sepandina “hepsa malê” li gorî girtinê sepandinek siviktir dibînin û encama wê bêtir rê li ber encamên giran vedike. Bek da zanîn ku lêpirsîn bêtir ji ber parvekirinên medya civakî û îxbaran tên vekirin û bi hêsanî cezayê “hepsa malê” didin van kesên tên binçavkirinê. Bek di berdewamiya axaftina xwe de got: “Dema ceza bê erêkirin, daxistina înfazê çênebe rewşa beratê jî serlêdana daxwaza tazminata madî û manewî jî ne mimkûn e. Dê encama wê rê li ber rûxandinên mezin veke.”    'ZAROK, XWENDEKAR Û MEZIN TÊN MEXDÛRKIRIN’    Bek diyar kir ku yên cezayê “hepsa malê” li wan tê birîn xwendekarên dibistana navîn û lîseyê ne û xwendekarên vî cezayî digirin peşk li perwerdehiya wan dikeve. Bek got ku yên debara mala xwe dikin jî rastî cezayê “hepsa malê” tên û bi van pêkanînan tên mexdûrkirin. Bek da zanîn ku sepandina cezayê “hepsa malê” bi niyeta cezakirinê tê dayîn. Bek cezakirina “hepsa malê” ku didin zarokan jî nirxand û cezakirina zarokan “hepsa malê” li ser derûniya wan û pêşketina wan talûkeyên mezin bi xwe re tîne.    MA / Hamdullah Kesen