Eskeran bi ser 37 mal û axuran de girt: Kesek hat binçavkirin 2019-01-31 12:28:57   AMED – Li navçeyên Farqîn, Pasûr û Hênê eskeran avêt ser gelek gundên çolterê û bi ser 37 mal û gelek axuran de girtin. Di serdegirtinê de welatiyê bi navê H.A. ji ber wêneyê li mala wî daliqandîbû hat binçavkirin.    Di çarçoveya operasyona eskerî ya li herêma çolterên navçeyên Farqîn, Pasûr û Hênê de k udi 29’ê çile de pêk hatibû eskeran avêtibû ser gelek gundan û bi ser 37 mal û axuran de girtin. Hat ragihandin di serdegirtina malan de kontrola nasnameya welatiyan hat kirin û eşyayên malan hatin serobinkirin.    BI HÊCETA WÊNE HAT BINÇAVKIRIN    Di serdegirtina gundê Bahemdê ya Pasûrê de welatiyê bi navê H.A. bi hêceta wêneyek endamek HPG’ê li mala wî daliqandibû û bi îdaya “propaganda rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Hat zanîn ku H.A. birine Fermandariya Cendermeyan a Pasûrê.