'Em ê qeyûman bişînin Enqereyê, em ê tiştên aîdî gel radestî gel bikin' 2019-01-31 09:25:15 MÊRDÎN – Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût, diyar kirin ku ew ji bo têkoşîneke hîn bilindtir bûne namzet û gotin: "Em ê qeyûman bişînin Enqereyê û em ê tiştên aîdî gelê Nisêbînê radestî gelê Nisêbînê bikin."  Hema bêje HDP'ê, ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê namzetên xwe yên ji bo Mêrdîn û navçeyên wê hemû diyar kirin. Namzetên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût, behsa armanca xwe û projeyên xwe kirin.    'EM Ê TEVÎ GEL BI RÊ VE BIBIN'   Ferhat Kût, ku ji bo Nisêbînê got, "Nisêbîn bajarê berxwedanê ye. Bajarê berxwedana ji bo xwerêveberiyê" diyar kir ku eger ew bên hilbijartin ew ê pêşî nirxên manewî yên gel esas bigirin û got: "A rast em ê pêşî hewl bidin ku rêya li ber jinan, ciwanan û gelê me vebikin. Berî qeyûm tayînî Nisêbînê bê kirin meclîsên me û kooperatîfên me hebûn. Em ê evan dîsa ava bikin. Em ê hewl bidin ku mexdûriyeta gel çareser bikin û li gor daxwazên gel tev bigerin." Kût, bilêv kir ku piştî qeyûm hatin tayînkirin deriyên şaredariyê hatin girtin û got: "Em ê qeyûman bişînin Enqereyê. Ev tişteke teqez e. Lê belê, em dizanin wê barê me giran be. Lê em ê tevî gelê xwe Nisêbînê bi rê ve bibin. Nisêbîn bajarê jina ye. Nisêbîna rengîn e. Em ê vî bajarî dîsa bikin Nisêbîna rengîn."    'WÊ BIBE ROJA DEMOKRASIYÊ'    Semîre Nergîz jî, diyar kir ku Nisêbîn bajarekî qedîm e û ji bi xizmeta Nisêbînê bike û ji bo Nisêbînê kevirekî deyne ser kevirekî bûye namzet. Nergîz got: "Wê 31'ê Adarê bibe roja demokrasiyê. Rêveberiyên herêmî, bivê nevêya demokrasiyê ye. Divê rêveberiyên herêmî xurt bibin. Pêkanînên qeyûman xeyrî rewa ne. Loma wê 31'ê Adarê bibe serketina demokrasiyê. Nisêbîn bi salan e têdikoşe. Wê gel di vê hilbijartinê de jî rengê vîna xwe diyar bike."    Nergîz, destnîşan kir ku di salên dawî de hin pêkanînên ketine dewrê û got: "Parka Mûsa Anter, Peykerê Newrozê ji aliyê qeyûman ve hat tunekirin. Nasnameya her bajarekî heye. Tu pêkanînên ku ji tunekirina nasnameyê tev digerin, ji aliyê gel ve nayên qebûlkirin. Nisêbînî baş dizanin çi dixwazin. Em ê tevî gel û li gor daxwazên gel tev bigerin."    ‘EM Ê RADESTÎ GELÊ NISÊBÎNÊ BIKIN'    Nergîz, destnîşan kir ku ew ê tiştên aîdî Nisêbînê radestî gelê Nisêbînê bikin û ji bo projeyên xwe got: "Ji bo gel daxilî rêveberiyê bibe, em ê projeyên bi vî rengî çêbikin. Em ê ne li gor xwestekên xwe, li gor xwestekên gel tev bigerin. Em ê ji bo zarokên Nisêbînê, li her taxê parkan çêbikin, em ê hewl bidin qadên lîstikan ên zarokan zêde bin. Em ê ji bo bûrsa ciwanan hewl bidin. Em ê ji bo zanyariya extiyarên xwe jî projeyan çêbikin. Em ê deriyên Nisîbînê ji bo cîhanê vebikin."