Mir lê disa AYM'ê berdana wî red kir 2019-01-31 09:21:57   AMED - Dadgeha Qanûna Bingehîn, piştî mirina girtiyê nexweş Celal Şeker 9 meh şûnde, serlêdana ji bo Şeker nirxand û biryara berdana wî red kir.    Di 3'yê Sibata 2018'an de, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiyê nexweş Celal Şeker jiyana xwe ji dest dabû. Beriya jiyana xwe ji dest bide, parêzerên wî ji bo berdana wî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn. Lê belê dadgehê piştî mirina Şeker 9 meh şûnde serlêdan nirxand û ji bo daxwaza berdana Şeker got: "Ji ber ku serlêdan xwe naspêre delîleke aşkere berdana wî ne mimkun e." Her wiha dadgehê lêçûnên darizandinê jî li malbata Şeker bar kir.    RAPORA JI SEDÎ 96    Parêzer Abdullah Zeytûn, ji ber muwekîlê wî Şeker nexweş bû û rewşa wî giran bû, xwestibû cezayê wî bê taloqkirin. Piştî vê yekê Şeker sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hat kirin. Nexweşxaneyê rapora ji sedî 96 astengdar e da Şeker û di raporê de hat diyarkirin ku rewşa wî giran e.   TIBA EDLÎ: LI HOLÊ TU RÎSK TUNE YE    Piştî rapora Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê bi 3 salan, Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ua Gazî Yaşargîl a Amedê jî di 8'ê Sibata 2017'an de heman rapor da. Lê belê, saziya tiba edlî jî di 14'ê Nîsana 2017'an de raporek amade kir û diyar kir ku Şeker dikare bi tena serê xwe bijî û tu rîskeke wî ya jiyanî tune ye.    Li ser vê ji bo berdana Şeker serî li Dadweriya Înfazê ya Amedê û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê hat dayîn, lê belê hem dadweriyê hem jî dadgeha cezayê giran serlêdan red kir.    Piştî vê parêzer Abdullah Zeytûn, ji bo dawî li binpêkirina mafan bê, bi daxwaza tevdîrgirtinê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Lê belê dadgehê ev daxwaz red kir.    Piştî mirina Şeker bi 9 mehan, AYM'ê serlêdana ji bo berdana Şeker nirxand. AYM'ê di biryara xwe de diyar kir ku li holê tu binpêkirin tune ye û serlêdan xwe naspêre delîleke aşkere, loma berdana wî nayê qebûlkirin.    Her wiha AYM'ê, lêçûnên di dema darizandinê jî li malbata Şeker bar kir.