Ji mîtînga Stenbolê re hindik ma 2019-01-31 09:18:50 STENBOL - Wê HDP, ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan hatin destpêkirin, di 3'yê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngekê li dar bixe. Wê hevserokê giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî tev li mîtîngê bibin û her wiha wê Leyla Guven jî bi rêya înternetê bi awayekî zindî tev li mîtîngê bibe.  Wê HDP, ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên hatin destpêkirin, di 3'yê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngekê li dat bixe. Tê payîn ku wê bi sed hezaran kes tev li vê mîtîngê bibin û niha amadekariyên wê yên dawî tên kirin.    Bi rojane parlementerên partiyê ji bo mîtîngê tax bi tax, kuçe bi kuçe digerin û gel vedixwînin mîtîngê. Ji xeynî parlementerên HDP'ê yên Stenbolê, parlementerên HDP'ê yên din jî tev li xebatan dibin.    MAL BI MAL DIGERIN    Di çarçoveya xebatan de heta niha zêdetirî 250 hezar belavok hatne belavkirin û li gelek kolan û qadên bajêr pankart hatine daliqandin. Her wiha di civînên bi gel re jî ji bo mîtîngê û çalakiyên greva birçîbûnê gel tê serwextkirin. Parlementer û endamên partiyê ji bilî xebatên rû bi rû, bi wesayîtên jî anons tên kirin .    WÊ GELEK DERDOR TEV LI MÎTÎNGÊN BIBIN    Wê ji bilî hevserokên giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan û Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîr, hunermend û nivîskar jî tev li mîtîngê bibin.    WÊ LEYLA GUVEN JÎ BI RÊYA ÎNTERNETÊ TEV LI MÎTÎNGÊ BIBE    Her wiha, wê Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî ku 85 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya înternetê bi awayekî zindî tev li mîtîngê bibe.    MA / Yasin Kobulan