Belkis jî noq bû! 2019-01-31 09:17:30 DÎLOK - Hat hînbûn ku Keştiya Tûrê Belkis ku di navbera Nîzîp, Xelfetî û Rûmkaleyê de diçû dihat noq bûye. Keştî, hîn jî nehatiye xelaskirin.  Îdareya Taybet a Dîlokê, di sala 2006'an de ji bo seferên turîstîk ên di navbera Bajarê Antîk Zeûgma û Rûmkaleyê de bi 60 hezar dolarî keştiya tûrê ya bi navê Belkis ji Şîrketa Anonîm a Otobêsên Behrê ya Stenbolê (ÎDO) kirî. Lê belê hat hînbûn ku Belkis noq bûye.    Hat ragihandin ku keştî ji ber bêeleqetiyê noq bûye. Hat bilêvkirin ku meha borî ji dêvla ku keştî li derve lenger bavêje, li peravê avê lenger avêtiye û ji ber ba noq bûye. Hat diyarkirin ku ji bo xelaskirina keştiyê heta niha şaredariyê tu tişt nekiriye.    Têkildarî noqbûna keştiyê em li rayedarên şaredariyê geriyan, lê belê diyar kirin ku eger ew tiştekî bibêjin wê serê wan biêşe, loma der barê wan noqbûnê de tu tişt negotin.