'Em ê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê' 2019-01-31 09:16:16 EDENE - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê, bilêv kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guvenê û gotin, divê ji bo aştî û aramiyê dawî li tecrîdê bê.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 85'an de didome. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê, destnîşan kirin ku ew xwedî li berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê derdikevin û gotin: "Em ê bibin dengê wan."    'EM Ê BIBIN DENGÊ WAN'    Endama meclîsê Mîhrîan Kiliç, diyar kir ku çapemeniyê li ber çalakiya Guven û girtiyan xwe li ker û lalîtiyê daniye, lê belê ew ê vê berxwedanê bikin rojev û xwedî lê derkevin. Kiliç got: "Em ê jî li derve bibin dengê berxwedana girtiyan." Kiliç, diyar kir ku divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve û bi dirûşmeya "serî hilde" ji bo beşdarbûna çalakiyan bang li hemû ciwanan kir.    TECRÎD BANDORÊ LI CIWANAN JÎ DIKE    Endamê Meclîsa Ciwanan Selman Şen jî, bilêv kir ku AKP aştiyê naxwaze û loma tecrîdê li her derdorê ferz dike. Şen, destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan tê wateya tecrîdkirina gelê kurd. Şen, anî ziman ku bi çewisandin, êrîş, binçavkirin û girtinan ciwan jî tên tecrdkirin û ji bo şikandina tecrîdê bang li hemû ciwanan kir ku xwedî li vê berxwedanê derkevin.    'JI BO AŞTÎ ARAMIYÊ'    Şen, destnîşan kir ku tecrîd sûc e û ji bo aştî û aramî çêbibe divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê. Şen, diyar kir ku ji bo vê ew ê bibin dengê berxwedana Guven û girtiyan û got: "Aramiya gelê tirk bi aramiya gelê kurd pêkan e. Ger dawî li tecrîdê bê wê aştî û aramî jî çêbibe."