ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-31 09:00:11 * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê, bilêv kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guvenê û gotin, divê ji bo aştî û aramiyê dawî li tecrîdê bê.  * Hat hînbûn ku Keştiya Tûrê Belkis ku di navbera Nîzîp, Xelfetî û Rûmkaleyê de diçû dihat noq bûye. Keştî, hîn jî nehatiye xelaskirin.    * Wê HDP, ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan hatin destpêkirin, di 3'yê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngekê li dar bixe. Wê hevserokê giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî tev li mîtîngê bibin û her wiha wê Leyla Guven jî bi rêya înternetê bi awayekî zindî tev li mîtîngê bibe.    * Wêranşarî, bal kişandin ser çalakiya Leyla Guven û gotin: "Berxwedan Leyla Guven û girtiyan, li dijî bêhiqûqîtiyê berxwedaneke watedar e. Em heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiya wan."    * Dadgeha Qanûna Bingehîn, piştî mirina girtiyê nexweş Celal Şeker 9 meh şûnde, serlêdana ji bo Şeker nirxand û biryara berdana wî red kir.    * Di Serdema 27'an a Meclîsê de, der barê 33 parlementerên HDP'î de bi giştî 257 fezleke hatin amadekirin. Ji van fezlekeyan 159 jê der barê 6 parlementerên jin de ne.    * Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût, diyar kirin ku ew ji bo têkoşîneke hîn bilindtir bûne namzet û gotin: "Em ê qeyûman bişînin Enqereyê û em ê tiştên aîdî gelê Nisêbînê radestî gelê Nisêbînê bikin."    * Danişîna kesên êrîşî cenazeyê dayika Aysel Tugluk, Hatun Tugluk kirin dê li Dadgeha Golbaşi ya Enqereyê bê dîtin. (09.30)   * HDP dê li navçeya Qosera Mêrdînê danasîna namzetên hevşaredariya xwe bi bernayekê pêk bîne. (12.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Edeneyê bi boneya balê bikişînê ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Danişîna 18'emîn a doza JÎTEM'ê dê li Dadgeha Enqereyê bê dîtin. (14.00)   * Danişîna biryarê ya doza Hevserokê Giştî yên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ku bi îdaya "îftira li wezîfedarê cemaweriyê kirine" tên darizandin dê li Dadgeha Kayseriyê bê dîtin.(14.20)   * HDP, li avahiya KCD'ê ji bo Leyla Guven dest bi nobetê dikin.    * Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dêrsimê dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî û nûnerên partiyên din namzetên hevşaredran aşkere bikin. (12.00)