Siyasetmedarên Swêdî û rewşenbirên penaber xwestin tecrîd rabe 2019-01-30 16:19:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Bertek û nerazîbûna li dijî tecrîdê zêde dibe. 53 siyasetmedarên Swêdî xwestin, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Siyasetmedaran bang li civaka navneteweyî kirin ku zextê li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê bike. Nêzî 150 siyasetmedar, rewşenbir û hunermendên penaber ên li Ewropa jî piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û xwestin tecrîd bi dawî bibe.    Bertek û nerazîbûna li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de dest pê kir li welatên Ewropa belav dibe. 53 siyasetmedarên Swêdî xwestin, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Nêzî 150 siyasetmedar, rewşenbir û hunermendên penaber ên li Ewropa jî piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û tecrîd şermezar kirin. Koma penaberên ku ji siyasetmedar, rewşenbir û nivîskaran pek tê li pêş Parlamentoya Berlînê kom bûn û piştgirî dan çalakiya Leyla Guven. Rewşenbiran anîn ziman ku Guven piştî di 25'ê Çile de hat berdan jî çalakiya xwe berdewam dike û 84 rojin di çalakiyê de ye. Rewşenbiran anîn ziman ku ew ji rewşa tenduristiya Guven bi fikar in.      Bertekên li dijî tecrîdkirina Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe belav dibe. Li aliyekî çalakiya grevê belav dibe û didome, li aliyê din jî çalakiyên cuda tên li darxistin. 53 siyasetmedarên ji partiyên cuda yên Swêdê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Siyasetmedaran bibîrxistin ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve destûr nayê dayin ku parêzer Ocalan bibînin û wiha gotin: "Greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, mezin dibe. Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 84 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Em ji tenduristiya Guven bi fikar in. Ji bo rewşa awarte ya li Tirkiye vegere aramiyê û pirsgirêk bi rêya aştî û aramî bê çareserkirin Guven dixwaze tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ev daxwaza Guven rewa, demokratîk û zagonî ye. Ji bo piştgiriya wê bi sedan siyasetmedar û reşenbir ku siyasetmedar Selma Irmak û Sebahat Tuncel jî di navde tev li çalakiya wê bûn. Li Amed, Hewler, Londra, Strasburg û gelek bajarên din çalakiyên greva birçîbûnê ku piştgiriyê didin çalakiya Guven belav dibin. Em kesên navê wan li jêr ji bo şer û pevçûn bi dawî bibe û pirsgirêk bi rêya aştî û aramiyê çareser bibe ji bo pirsgirêk bi rêya demokratîk çareser bibe em dixwazin daxwaza Guven pêk bê û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Ji bo vê yekê jî saziyên Yekitiya Ewropa, Konseya pêşîlêgirtina Îşkence ya Ewropa (CPT) Hikûmeta Federal a Almanya ku bi Tirkiye re di nava dan û stendina germ de ye û Neteweyên Yekbûyî divê bêdeng nemînin. Em wekî siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar,  rojnameger û  akademisyenên li ewropa hemû kesên alîgirê demokrasî û şatiyê divê berpirsiyar tev bigerin.    53 SIYASETMEDARÊN SWÊDÎ JÎ DAXUYANÎ DAN   53 Siyasetmedarên Swêdî jî ji civaka navneteweyî xwestin ku ji bo rakirina tecrîda li Tirkiyeyê zextê li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê CPT'yê bike. Siyasetmedaran diyar kirin, ji ber ku nîjadperestî û xweranegirtin zêde bûye, daxwazên çareseriya aştiyane hatine redkirin Leyla Guven neçar ma dest bi greva birçîbûnê bike û işaret bi bilindkirina dengê wê li dinyayê kirin.    Çend ji parlamenterên mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:  Ji partiya Çep parlamentera Ewropayê Malin Björk, ji Partiya Keskan parlamenterê Ewropayê Bodil Valero, parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat Anders Österberg û Kadir Kasırga, parlamenterên Partiya Çep Daniel Riazat, Ilona Szatmari Waldau, Lorena Delgado Varas, Jens Holm, Ali Esbati, Birger Lahti, Momodue Malcolm Jallow, Amineh Kakabaveh, Håkan Svennelig û lîderê berê yê Partiya Çep Lars Ohly.   REWŞENBIRHÊN PIŞTGIRÎ DAN ÇALAKIYA GUVEN ÊN PENABER JÎ WİHA NE:    "Abdulkadir Budak, Adem Karaçoban, Ahmet Kahraman, Ahmet Yıldırım Ali Çatakçin , Ali Matur, Alî Ozşerik, Ali Rıza Çiçekli, Ali Şimşek, Amele, Armanç, Arzu Bozbey, Aydın Bolkan, Aysel Avesta, Aysel Guler , Aziz Ogur, Aziz Tunç, Barış YeşÎl, Bengi Agire, Berbang, Berivan Aslan, Berşan Berti, Besime Konca, Besra GUler , Binefş Roj, Bülent Turan, Cafer Darıcı, Cafer Selçuk, Cafer Tar, Cahit Mervan, Cansu Özdemir, Cemal Turan, Çetin Gürer, Çetin Oraner, Çetin Zilan, Cewad Merwani, Cüneyit Caniş, Demir Çelik, Deniz Deman, Derweşé Serhedé, Dilan, Dilek Ocalan, Dilovan, Dino Baz, Diyar, Elif Akgul Ateş, Emrullah Bingol, Erdal Er, Farqin Azad, Fatma Sayar, Faysal Sarıyıldiz, Fehim Işık, Ferda Çetin, Ferhat Tarhan, Filiz Kalaycı, Filiz Koçalî, Fırat Anli, Firaz Baran, Fuat Kav, Fusun Erdogan, Garip Nurhak, Gunay Aslan, Gunay Darıcı, Hasan Vuran, Hasip Kaplan, Hatip Dicle, Haydar Işık , Hayko Bagdat, Hayri Ateş, Hekim Sefkan, Helin Evirim Sammer, Hesen Şerif, Heval Aslan, Hozan Aydın, Hozan Cömert, Hozan Şemdin, Hozan Serdar, Hozan Xemdar, Hulya Emeç, Hulya Yer, Hüseyin Narlı, Huseyin Parmakçı İbrahim Çiçek, İhsan Çelik, İlhami Erdoğan, İrfan Cüre, İsmail Özen, İsmet Kayhan, Jiyan Arjin, K. Çiya Hikmet, Lami Ozgen, Leman Stehn, Lerzan Jandil, Leyla Birlik, Leyla İmret, Lezgin Botan, Lokman, Lokman Gudiwe , M. Ali Doyan, Mahir Üzmez, Mahmut Bayram, Mahmut Büyükbayram, Mahmut Şakar, Martin Dolzer, Mazhar Zümrüt, Mehmet Bayrak, Mehmet Emin Adıyaman, Melikşah Teke, Memo Gul, Memo Şahin, Merdan, Meryem Çag, Mikail Karakuş, Mizgin Ozdemir, Murat Vargün, Mustafa Demir, Navdar, Nazan Üstündag, Necat Sunar, Nejmeddin Xulami, Netim Taş, Nezahat Erguneş, Nursel Aydogan, Orhan Şansal, Osman Baydemir, Ozan Emekçi, Ozden Sever, Peywan Arjin , Rauf Keleş, Recep Maraşlı, Sabiha Gündüz, Seda Aktaş, Seher Benazir Kılıç, Seher Stran, Selim Fırat, Serdar Azad, Serdar Karakoç, Seyidxan, Sheida Ghavami, Sibel Yigitalp, Şiyar Munzur, Songül Çelik, Şukru Yavuz, Suna Ulutürken, Teslim Töre, Titalé Feyzo, Tuba Hezer, Tulay Yıldırım, Xanemir Aryan, Xelil Xemgin, Xemgin Birhat, Yüksel Akgül, Zahir Loran, Zarife Atik, Zeki Çetin, Ziya Ulusoy