Yekîtiya Hêza Şoreşgerî dê sibê namzetên Dersimê eşkere bike 2019-01-30 14:30:27   DERSIM – Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê dê sibê li Dersimê bi civînekê namzetên hevşaredariyan eşkere bike.    Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê dê sibê pêkhatina civînekê namzetên hevşaredariyan ên li Dersimê ji raya giştî re aşkere bike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Alîkarê Giştî yê TÎP’ê Bariş Atay, nûnerên Partîzan, Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Halîde Trukoglu, rêveberên Komeleya Elewiyên Demokratîk û hunermend Pinar Aydinlar dê beşdarî civînê bibin.    DÊ MEŞ LI DAR BIXIN    Nûnerên partiyan dê sibê saet di 10.00’an de li Petrola Aktuluk Kalan bên pêşwazîkirin û bi karwanê wesayîtan derbasî navenda Dersimê bibin. Piştî ku kom li ber avahiya HDP’ê kom bibin bi meşek girseyî dê esnafan ziyaret bikin. Tevkarên Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê piştî meş û ziyaretê dê derbasî Salona Dawetê ya Dersimê bibin û namzetên hevşaredariyê ji raya giştî re eşkere bikin.    Tevkarên Yekîtiya Hêzê têkildarî civîna sibê li navenda Dersimê belavokên banga beşdariyê belav kirin.