Li Wêranşarê 6 jê muzîkjen 11 kes hatin binçavkirin 2019-01-30 14:16:43   RIHA – Li Wêranşarê polîsan bi ser mal û kargehan de girt 6 jê muzîkjen 11 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê polîsan serê sibê bi ser malan de girtin. Polîsan di serdegirtina mal û kargehan de muzîkjen Maruf Gungor, Badîn, Ahmet, Ramazan, Denîz û Necmetîn Koyuncu yên birayên hev, Mehmet Guneş û Ferhat Erdem û her wiha 3 kesên navê wan nehat zanîn binçav kirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û 11 kesan birin Miduriyeta Polîsan a Wêranşarê.