Derbkirina xwe venegotin, rojnamegeran neheq kirin 2019-01-30 14:00:19   STENBOL – Di danişîna 22 rojnamegerên di serdegirtina avahiya Ozgur Gundemê de hatibûn binçavkirin û tên darizandin polîsên rojnameger derb kirin hatin guhdarkirin. Danişîn hat taloqkirin.    Di 16’ê tebaxa 2016’an de polîsan avêtibû ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin û 22 rojnameger derb kiribû û binçav kiribûn. Dannişîna 3’yemîn a der barê rojanemgeran de hatibû vekirin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayan Stenbolê hat dîtin. Parêzerên rojnameger û polîsên şahid beşdarî danişînê bûn. Ji polîsên rojnamegeran derb kirin Gokalp Ertaş di îfadeyên xwe de behsa derbkirina rojnamegeran nekir û îdia kir ku rojnamegeran heqaret li polîsan kiriye û mudaxeleya fizîkî kirin e. Ertaş got ew nizane di kêliya bûyerê de ka kamerayê kişandiye an jî na.    Polîsên bûne şahid ên bi navê Muhammet Aydun û Veysel Dursun ji derbkirin û neheqiya li rojnamegeran kirin e ji nedîtî ve hatin û xwes parastin.    Dadger xwest biryara lêgerîna der barê rojnameger Amîne Demîrkiran û Gunay Aksoy de dewam bike û ji bo rojnameger Bayram Balci û Ersîn Çaksu jî biryara piştî îfadeyên wan hatin girtin bên berdan derxist û danişînê taloqî 19’ê hezîranê kir.