Namzetên HDP'ê yên Şirnexê: Em ê projeyên hilberînê pêş bixin 2019-01-30 10:50:09   ŞIRNEX - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Şirnexê Nûrcan Alturk û Hişyar Osal, diyar kirin ku AKP encex di xeyalê xwe de serkeftinê bibîne û dê projeyên kooperatifan ku hemû gel tev li hilberînê bikin pêş bixin.    Ji hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê re 2 meh man. Beriya hilbijartinê AKP'ê bi deh hezaran hilbijêrên sexte li bajarên Şirnex, Sêrt, Wan, Colemêrg, Amed û Îdirê û gelek bajarên din qeyd kirin. Piştî derket holê ku AKP'ê hilbijêrên sexte di pînik, kom û daîreyekê de bi sedan hilbijêrên xeyalî qeyd kirine HDP'ê li Lijneyên Hilbijartinê yên navçe, Bajar û YSK'ê îtîraz kir. Lê îtîrazên HDP'ê bi piranî hatin red kirin. Yek ji bajarê ku herî zêde hilbijêrên xeyalî lê hat qeyd kirin Şirnex e. Li Şirnexê di nava 6 mehên dawî de 3 hezar û 500 esker û polîs li dijî qanûn û pîvanan li navenda Şirnexê qeyd kirin. Li gel qeydên sexte Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez dan xebaten hilbijartinê. Di 24'ê Hezîrana 2018'an de HDP'ê li Şirnexê nêzî 15 hezar deng stendibû. AKP'ê jî 6 hezar deng stendibû. AKP'ê li Şirnexê ji bo şaredariyê Mehmet Yarka namzet nîşan da. HDP'ê jî ji bo Hevşaredariyên Şirnexê Hişyar Osal û Nurcan Alturk namzet nîşan da. Lê ji ber ku partiyên din hêjmara dengê wan pir kêm e namzet nîşan nedan. Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Şirnexê Nurcan Alturk û Hişyar Osal der barê xebatên hilbijartinê de axivîn.    OSAL: YÊN VÎNA GEL NAS NEKIN NIKARIN BAJAR BI RÊVE BIBIN   Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Hişyar Osal ku di sala 1974'an de bavê wî ji aliyê kesên nediyar ve hat kuştin û di sala 1990'an de dayika wî ji aliyê polîsan ve hat kuştin, diyar kir ku zextên gelek zêde li ser partiya wan heye. Obay anî ziman ku di her hilbijartinê de liser partiya wan zextên gelek zêde hene û wiha got: "Tevî zext pir zêde ne jî gel li vîn û partiya xwe xwedî derdikeve. Em dê di vê hilbijartinê de jî hemû lîstik û polîtikayên wan pûç bikin. Em li dijî van zextan gavan paşve navêjin. Gel êdî AKP'ê naxwaze. Êdî ruşvetê jî naxwazin. Êdî gel mafê xwe nas dikin û li mafê xwe xwedî derdikevin. Dizanin ku pirsgirêk bi AKP'ê çareser nabin. 2 salin qeyûm li ser şaredariyan e. Piştî qeyûman derket holê ku yên vîna gel nas nekin, nikarin bajar bi rêve bibin û nûnertiya gel bikin."    ‘EM Ê BÊ ŞIK BI SER BIKEVIN'   Osal, destnîşan kir ku piştî qeyûm hat ser kar, deynekî pir mezin li pey xwe hişt û wiha got: "Bi pereyên xerç kirin mirov dikare 2 caran bajarekî wekî Şirnexê ava bike. Lê li şûna xizmetê bikin niha binesaziya bajar xera kirine. Di mehên dawî de gelek hilbijêrên sexte heyd kirin. Lê disa tu şika me tune em ê teqez bi ser bikevin. Gel dê bersîvek baş bide. Gelê Şirnexê mirovên bi îman in. Mirov vina xwe nadin destê tu kesî."    'EM DÊ XWEZAYÊ ESAS BIGIRIN   Osal, bal kişand ser projeyên ku pêş bixin jî û wiha got: "Em dê di hemû projeyên xwe de gel û xwezayê esas bigirin. Em dê enstîtuyê ava bikin. Pirsgirêkên xwe li vê enstîtuyê çareser bikin. Em dê her tiştî li vê enstîtuyê niqaş bikin û çareser bikin. Dê pirsgirêk û çareserî li vê enstîtuyê bên niqaş kirin. Li vir biryarên civakî, aborî û xizmetê bên stendin. Berê jî gelê Şirnexê bi xwe pirsgirêkên xwe niqaş dikirin û di nava hev de çareser dikirin. Em dê vê çanda ku gel esas digirin ji nûve zindî bikin."    'Namzeta Hevşaredariya Şirnexê Nurcan Alturk jî anî ziman ku hilbijartinê wekî referanduma vînêi dibînin û wiha got: "Êm dê di vê hilbijartinê de serkefinek mezin bi dest bixin. Em dê hişmendiya qeyûm bavêjin ser sergo. AKP Heviya xwe bi hilbijêrên sexte ve girê dide. Lê AKP enceq di xewna xwe de hilbijartinê bi dest bixe. Ger ku hurmetê nîşanî vîna gelê Şirnexê dabûna, dê hilbijêrên sexte çênekiribûna. Xuya ye ku vîna gel esas nagirin û hurmetê nîşanî vîna gel nadin.    'EM DÊ KOOPERATÎFAN AVA BIKIN'   Alturk, ani ziman ku niha li bajar betalî heye û aborî nebaş e, lê ew ji bo  betaliyê ji holê rakin û pirsgirêka aborî çareser bikin dê kooperatifên cuda ava bikin û li van kooperatifan pirsgirêkan çareser bikin. Alturk, destnîşan kir ku dê di qada çandinî û çotkariyê de qada debarê ava bikin û çotgehan ava bikin. Alturk, da zanîn ku dê ji bo jin û ciwanan jî projeyan pêş bixin. Alturk, bang li hemû hilbijêrên Şirnexî yên ku koç kirine jî kir û xwest di roja Hilbijartinê de bên dengê xwe bidin vîna xwe û xwest her kes li vîna xwe xwedî derkevin."