Ji bo keça xwe ya nexweş xwedî bike ji mecbûrî dixebite 2019-01-30 09:14:35   STENBOL – Dayik Derya Ozan, ji ber alîkariya dewletê têra pêdiviyên keça wê ya 8 salî ya nexweşîna Hîdrosefalî lê peyda bûye nake, ji mecbûrî dixebite û ji bo alîkariyê bang li rayaderan kir.    Derya Ozan ku tevî keça xwe ya 8 salî ya nexweşîna Hîdrosefalî lê peyda bûye li Sûltangaziya Stenbolê dixebite, nikare di ber pêdiviyên keça xwe re bigihê. Ozan û hevjînê xwe di sala 2012'an de dev ji hev berdan û ji ber rewşa xwe ya aborî nikare pêdiviyên keça xwe bi cih bîne. Ji ber vê Ozan mecbûr ma bixebite.    Ozan, bilêv kir ku ji ber nexweşîna keça wê dewlet mehê hezar û 200 lîre per dide wan, lê belê ev pere têra pêdiviyên keça wê û pêdiviyên malê nake. Ozan got: "Têr bikirina ez nedixebitîm. Zivistanê mehê 200-300 lîre heqê gaza xwezayî didim. Tevî ceryan û avê heta hezar lîreyî jî diçe. Pêdiviyên taybet ên keça min hene. Mamaya wê, potikên wê. Têr nake. Loma ji mecbûrî dixebitim."    Ozan, diyar kir ku piştî wê û hevjînê xwe dev ji hev berdaye, ew û keça xwe bi hev re dijîn û ji bo debara xwe bike ji mecbûrî dixebite û ji ber vê jî nikare baş li keça xwe binere. Ozan got: "Ji ber dixebitim pir nikarim bi keça xwe re eleqedar bibim. Mala dotmama min ava be, ew pê re eleqedar dibe, xwarina wê didê û binî wê paqij dike."    ‘JI BER MAMA BIHA YE TIM NIKARIM BIKIRIM'    Ozan, anî ziman ku ji ber keça wê nikare xwarinê bixwe ew mama didê, lê belê mehê an jî du mehê carekê ancak dikara mama bikire û got: "Ji ber mama biha ye tim nikarim bikirim. Ji ber nikarim xwarinê jî bidimê, tiştên wekî helîseyê didimê."    Ozan, ji ber vê rewşa xwe ji bo alîkariyê bang li rayedarên dewletê kir û got: "Divê şert û merc hinekî din jî bên başkirin û divê eleqeya ji bo berastengan zêdetir be."    MA / Sadiye Eser