‘Berdana Leyla Guvenê ne lutfek e, mecbûriyeteke hiqûqî ye' 2019-01-30 09:13:08 AMED - Parêzer Şivan Cemîl Ozen, diyar kir ku berdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, mecbûriyeteke hiqûqî ye. Ozen, diyar kir ku dadgeh madeya 18'an a PMME'yê bin pê kiriye û got: "Biryara berdanê ne lutfek e."  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji ber operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê rexne kiribû di 31'ê Çileya 2018'an de hatibû girtin. Lê belê piştî bû parlementera Colemêrgê, parêzeran serî li dadgehê dabû û dadgehê biryara berdana wê dabû. Lê belê bêyî ku Guven ji girtîgehê derkeve li ser îtiraza dozger careke din hat girtin. Guven, di danişîna xwe ya sisêyan de di 7'ê Mijdara 2018'an de daxuyandibû ew ê bi daxwaza bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger bike. Guven di danişîna 5'an a doza xwe de, di 25'ê Çileyê de hat berdan. Parêzerê Guvenê Şivan Cemîl Ozen, biryara der barê Guvenê de nirxand.    ‘BIRYARA BERDANÊ BIRYAREKE MECBÛRÎ BÛ'    Ozen, bi bîr xist ku Leyla Guven hem Hevseroka KCD'ê hem jî parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ye û ji bo girtin û darizandina wê tu delîleke berbiçav tune ye. Ozen, anî ziman ku ji bilî Guven tu kes ji ber fealiyetên KCD'ê bi awayekî girtî nehatiye darizandin û got: "Darazê ji destpêkê ve ji bo vê yekê xwe li nedîtinê danî."    Ozen, bi bîr xist ku piştî Guven bû parlementera Colemêrgê Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê biryara berdana wê da û got: "Piştî biryara berdanê tu delîlek din li dosyeyê nehat zêdekirin. Ev biryar di çarçoveyeke hiqûqî de biryareke mecbûrî ye. Lê piştî îtirazê dîsa hat girtin. Girtina wê tê wateya binpêkirina mafê azadiyê."    Ozen, destnîşan kir ku Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê, maddeya 18'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bin pê kiriye û got: "Bi awayekî girtî darizandina wê biryareke sosret bû."    ‘BIRYARA BERDANÊ NE LUTFEK E'    Ozen, biryara berdana Guvenê ya di 25'ê Çileya 2019'an de bi bîr xist û got: "Em biryara berdanê ya der barê Birêz Leyla Guven de wekî lutfekê nabînin. Kes nikare vê yekê wekî lutfekê berpêşî me bike. Ne di dema darizandinê de, ne jî pitşî darizandinê, azadiya kes mafekî bingehîn e, girtin îstisna ye. Ya esas darizandina bi awayekî negirtî ye. Di hiqûqê de darizandina bi awayekî negirtî, biryareke mecbûrî ye. Biryara navborî biryareke qanûnî ye."