Dîlok hezar û 27 projeyên Şahînê nedîtin, dîsa bû namzet 2019-01-30 09:12:35 DÎLOK – AKP'ê Fatma Şahîn dîsa kir namzeta Şaredariya Mezin a Dîlokê. Şahîn, di hilbijartina herêmî ya 2014'an de soza hezar û 27 projeyan dabû, lê belê li holê proje tune ne.    AKP'ê di hilbijartina herêmî ya 2014'an de wezîra berê Fatma Şahîn kiribû namzet. Şahîn jî soza hezar û 27 porjeyan dabû. Lê belê piştî hat hilbijartin, ji porjeyên soza wan da ji sedî 90 çênekirin. AKP'ê ji bo hilbijartina 31'ê Adara 2019'an dîsa Fatma Şahîn kir namzet.    PIRSGIRÊKA ÇÛNHATINÊ ZÊDETIR BÛ    Yek ji pirsgirêkên kronîk ên Dîlokê jî pirsgirêka çûnhatinê (tarfîk) ye. Şahîn, xwestibû vê pirsgirêkê bi plana master trafîkê çareser bike, lê belê ev proje pêk neanî û her diçe pirsgirêka trafîkê zêdetir dibe.    BI NAVÊ EKOLOJIYÊ TIŞTEK NEMA    Şahîn, soza xwe ya ji bo paqijkirina Çemê Nîzîpê ku bermayiyên Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê diherikin çem, jî bi cih neanî û hîn jî çem qirêjî ye. Ji sala 2014'an de qada hêşîn a ji bo her ferdekî kêm bû û çêkirina meydana nû ya diviya li şûna Stadyûma Kamîl Ocakê bê çêkirin hîn jî nehatiye çêkirin. Yek ji pirsgirêkên bajêr jî qirêjiya hewayê ye û Şahîn soza xwe ya ji bo vê jî bi cih neanî.    Her wiha li bajêr her diçe liv û tevgera jiyana civakiyî jî kêm dibe. Di nav hezar û 27 projeyên Şahînê de, projeyên ji bo çand û hunerê jî hebûn. Yek ji van projeyan jî Muzeya Pîşesaziyê û Navenda Çand û Kongreyê ya Dîlokê ku wê kapasîteya wê 3 hezar kes bûna. Lê belê ev jî nehatin çêkirin.    Şahîn, di civîna xwe ya danasîna projeyan de gotibû "wê şaredarîvaniya civakiyî pêş bikeve, lê belê ew sozên ji bo vê yekê dabûn gelek jê bi cih neanîn. Şahîn, soz dabû ku ew ê li bajêr ji bo xwendekaran wargehan çê bike û wê xwendekar bi erzanî di van wargehan de bimînin, lê belê wargeh nehat çêkirin. Her wiha Şahîn diyar kiribû ku wê gihanî jî erzan bibe, lê belê ji 2014'an heta niha heqê otobês û dolmîşên li nav bajêr gelek caran hat zêdekirin. Şahîn, di civîna xwe ya danasîna projeyan de gotibû ew ê Dîlokê bike bajarekî dostê jinan, lê belê der barê jinan de tu proje pêk neanîn.    AVA HERÎ BIHA LI DÎLOKÊ YE   Şahîn, soz dabû ku ew ê Dîlok bi Projeya Duzbagê ava vexwarinê ya erzan vebixwe, lê belê li herêmê ava herî bêqalîte û biha dîlokî vedixwin. Çêkirina Projeya Duzbagiyê jî taloqî piştî hilbijartinê hat kirin.    MA / Muhamed Abdulkadir Esen