ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2019'AN 2019-01-30 09:00:12   * Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku zêdetirî 280 girtî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê de ne û her diçe hejmara çalakgeran zêdetir dibe. Başaran got: "Mafekî wan ê ku daxwaza bi sedan girtiyî û bi milyonan kesî tune bihesibînin tune ye."    * AKP'ê Fatma Şahîn dîsa kir namzeta Şaredariya Mezin a Dîlokê. Şahîn, di hilbijartina herêmî ya 2014'an de soza hezar û 27 projeyan dabû, lê belê li holê proje tune ne.    * Parêzer Şivan Cemîl Ozen, diyar kir ku berdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, mecbûriyeteke hiqûqî ye. Ozen, diyar kir ku dadgeh madeya 18'an a PMME'yê bin pê kiriye û got: "Biryara berdanê ne lutfek e."    * Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, diyar kir ku beriya her tiştî di rojeva wan de xwedîderketin û watedarkirina çalakiya Leyla Guvenê heye û ew ê di 10'ê Sibatê de jî beyannameya jinan a der barê hilbijartinên herêmî de ragihînin.    * Dayik Derya Ozan, ji ber alîkariya dewletê têra pêdiviyên keça wê ya 8 salî ya nexweşîna Hîdrosefalî lê peyda bûye nake, ji mecbûrî dixebite û ji bo alîkariyê bang li rayaderan kir.    * Li gorî lêkolîna HRW ya der barê "Robotên Kujer" de ku li 26 welatan kir, ji sedî 61'ê beşdarvanan li dijî çekên robot ên bêmirov derdikevin. Ji sedî 78'ê gelên Tirkiyeyê li dijî vê yekê derdikeve û her wiha herî zêde ya destekê dide van çekan jî Hindistan e.    * Piştî HDP'ê di 7'ê Hezîrana 2015'an de biryar girt û wekî partî tev li hilbijartina bû, bûye tirsa hêzên antîdemokratîk. Ji bo vê hilbijartina herêmî jî her çend stratejiya "Li Kurdistanê bi ser bikeve, li rojavayê welat bi wan bide windakirin" bê nîqaşkirin jî, lê belê wê serketina HDP'ê û rastiya wê ya polîtîk di 1'ê Nîsanê de bi awayekî zelal bê fêmkirin.    * Rêxistina HDK û HDP'ê dê ji bo 2 karkerên li tersaneya Tuzla jiyana xwe ji dest dan li Tuzla-İçmeler daxuyaniyê bidin çapemeniyê.    * Danişina Edîtora ETHA Semiha Şahîn û nûçegîhana wan Pınar Gayıp dê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.15)   * Rêxistina HDP'e ya Şirnexê dê namzetên hevaredarên xwe yên Basa bi şahiyekê bidin naskirin. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, namzetên Hevşaredariya Mêrdîne bide naskirin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê têkildarî Ufuk Dede yê 18 salî ku dema ji bo biçe navçeya Pirsûsê ji malê derket bipirse dê li avahiya ÎHD'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê namzetên navçeya Hezo Bekirhanê bi şahiyekê bidin naskirin. (13:30 ,16:00)