Înîsiyatifa piştevaniya girtiyan banga tevlêbûna mîtinga Stenbolê kir 2019-01-29 16:10:03   STENBOL - Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re ya Marmara, bi civîna çapemeniyê banga tevlêbûna mitînga Stenbolê ya 3'ê Sibatê kir. Hevserokê DBP'ê yê Stenbolê Ali Riza Bilgilî, diyar kir ku ew dê di 3'ê Sibatê de li qada Azadiyê ya Bakirkoyê ji bo piştevaniya girtiyan mîtinga Ked, Aştî û Edaletê pêk bînin û xwest her kes tev li vê mitîngê bibe.    Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re ya Marmara bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên grevabirçîbûnê ya li girtîgehan ên li dijî  tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û banga tevlêbûna mîtînga 3'ê Sibatê ya li Qada Azadiye ya Bakirkoyê pêk bînin kir. Înîsiyatifê li Avahiya DBP'ê ya Stenbolê ya Aksarayê civina çapemeniyê pêk anî. Gelek rêveber, endamên înîsitiyatifê û welatî amade bûn. Di civînê de Endama Meclîsa DBP'ê Gulum Bayram, diyar kir ku kurd her dem di pêvajoyên dijwar û awarte re derbas dibin û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 83 rojin di greva birçîbûnê de ye. Guven bi vê çalakiya xwe mudaxaleyî rêveçûna girtîgeha kiriye. Piştî Guven dest bi çalakiya greva kir, niha li dora wê 250 hevalên me yên girtî bûne xelek û dest bi grevê kirine. Li Ewropa, Hewler bi heman daxwazan ketine grevê. Ev daxwaz ne daxwazên ji rêzê ne. Ev daxwazên siyasî û civaki ne. Divê teqez tecridkirina Ocalan bi dawi bibe. Heta ku tecrida mutlaq a Birêz Ocalan  rabene, aştî, demokrasî û aramî pêş nakeve."    'BÊDENGIYA CPT'Ê BERDEWAMA KOMPLO YE'    Bayram, helwesta CPT'ê ya li dijî daxwazên çalakgeran ji rexne kir û wiha got: "Çalakger 2 mehin di greva birçîbûnê de ne. Bêdengiya CPT berdewama komplo ye. Bêdengiya CPT'ê me dixe nava fikaran. Divê beriya dem derbas bibe her kes hestiyar tev bigere. CPT têkeve nava hewldanan. Ji bo daxwazên Leyla Guven û hevalên li dora wê bûne xelek em de di 3'ê Sibatê saet di 13.00'an de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtingê pêk bînin. Em bang li her kesî dikin ku tev li mîtînga Ked, Aştî, Edalet û demokrasiyê bibin.    'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN OCALAN E'   Hevserokê DBP'ê yê Stenbolê Ali Rıza Bilgilî jî wiha got: "Di salên 2009-2012'an de disa mafê gotinê tune bû û gelê me li ser piyan bû. Gelê me li dijî êrîşên topyekun bi awayekî topyekun dengê xwe bilind kirin. Îro dîsa dixwazin welat têxin nava kaose. Yê ku pirsgirekan çareser bike Birêz Ocalan e. Em bang li gelê xwe dikin ku di 3'ê Sibatê de tev li mîtînga Bakirkoyê bibe dikin."