Li Licê esker derketin operasyonê 2019-01-29 10:00:06   AMED – Li gundê Pêçarê yê navçeya Licê ya Amedê esker derketin operasyonê.    Li navçeya Lice ya Amedê ku bê navber esker operasyonan pêk tîne û derve li welatiyan dê qedexekirin, esker dîsa derketin operasyonê. Hat diyar kirin ku dîsa esker li gundê Pêçarê ya Licê derketine operasyonê. Esker di saetên serê sibê de ji navçeya Lîcê çûn gundê Pêçarê û operasyon dane destpêkirin. Gundiyan destnîşan kir ku esker bi helîkopterê sewqî herêmê kirine. Beriya ku esker derkevin operasyonê, helîkopteran herêm bombe kir. Liv û tevgera helîkopteran berdewam dike.