Li Şirnexê serdegirtina malan: Siyasetmedarên jin hatin binçavkirin 2019-01-29 09:59:32   ŞIRNEX – Li Şirnexê polîsan bi ser malan de girt. Hevseroka DBP’a Şirnexê Ayşe Altay û Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Cizîrê Bêrîvan Kutlu jî di nav de gelek siyasetmedarên jin hatin binçavkirin.    Li navenda Şirnex û navçeyên wê polîsan serê sibê bi ser malan de girt. Polîsan piştî lêgerîna li malan gelek siyasetmedarên jin binçav kir. Navên siyasetmedarên hatin binçavkirin wiha ne: Hevseroka DBP’a Şirnexê Ayşe Altay, Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Cizîrê Bêrîvan Kutlu, bernamzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Şirnexê Şîrîn Kilinç û Leyla Kilinç, Hevseroka DBP’ê ya navçeya navendî ya Şirnexê Nuriye Bîlîr, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a DBP’ê Kumrî Yuruk, Hevseroka Şaxa Genel-Îşê ya Şirnexê Zeynep Îdîn, Taybet Bîlgî, Saadet Îdîn û Emîne Erkuş.   Hêceta binçavkirina siyasetmedaran nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê.    Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkirina siyasetmedarên jin zêde bibe.