Dayika li cenazeyê kurê xwe digere: Ma qey wijdanê wan tune ye? 2019-01-29 09:12:34 ŞIRNEX - Dayika Vezîfe Çelîk, zêdetirî 4 meh in li cenazeyê kurê xwe Tûgay Çelîkê HPG'î yê li Bêşebabê di bombeberana hewayî de jiyana xwe ji dest da, digere û got: "Ma qey wijdanê wan tune ye? hestiyên me jî nadin."  Di 14'ê Îlona 2018'an de li herêma Kato marînos a navçeya Bêşebab a Şirnexê, di êrîşa hewayî de Tûgay Çelîk (Reşîd Hogir) jiyana xwe ji dest da, lê belê hîn jî cenazeyê wî nehatiye dîtin. Malbat zêdetirî 4 meh in li cenazeyê kurê xwe digere û dibêje dibe ku cenazeyê kurê wan li qada ku hatiye bombebarankirin be.    DIXWAZIN CENAZEYÊ XWE VEŞÊRIN    Birayê Çelîk Halîs Çelîk ku ji bo aqûbeta cenaze ji Stenbolê hat Şirnexê, diyar kir ku piştî wan di nûçeyan de bihîstiye birayê wî jiyana xwe ji dest daye wan ji bo DNA'yê xwîn daye lê belê tu encam jê derneketiye. Çelîk, anî ziman ku ew ji bo cenaze çûne Colemêrgê jî, lê belê li wir jî tiştek bi dest wan ketiye. Çelîk got: "Diya min li Şirnexê ji bo DNA'yê xwîn da. Gotin du meh şûnde em ê li we bigerin. Lê belê li me negeriyan, loma dîsa em hatin. Vê carê jî gotin xwîna hatiye dayîn li hev derneketiye. Daxwaza me, em cenazeyê xw ebibînin û li warê xwe veşêrin."    'HESTIYÊN ME JÎ NADIN ME'    Dayik Vezîfe Çelîk jî got: "Hestiyek be jî e dixwazin. Em dixwazin bibînin û veşêrin." Dayik Çelîk, anî ziman ku wan xwestiye biçin qada hatiye bombebarankirin lê belê bi hinceta "ewlehiyê" destûr nehatiye dayîn û got: "Êdî bes e. Bila dev ji vê zilm û zoriyê berdin. Ev ji bo me pir zehmet e. Ka em çib ikin? Hestiyên me jî nadin. Ma wijdanê wan tune ye? Qet naêşin? Êdî em nizanin em ê bêjin çi."