Ji bo psîkên Helebê, banga alîkariyê 2019-01-29 09:09:55 ENQERE - Hêwirgeha Ernesto ku li Sûriyeyê di şert û mercên şerî de hat avakirin, wargeha heywanên nexweş, birçî û ji ber bombeberanê birîndar bûne. Her wiha zarok jî bi heywanan tên terapîkirin. Alessandra Abidîn, ji bo alîkariyê bang li heywanhez, komele û baytarên li Tirkiyeyê kir.  Şer, bandorê li hemû giyanewerên xwezayê dike. Muhammed Elcelîl ê ji Helebê, li Helebê xwedî li heywanên ji ber şer mexdûr bûne derdikeve. Elcelîl, ewilî xwedî li heywanên li malê û paşê li yên li kuçe kolanan derket û niha jî xwedî li heywanênên kovî yên wekî baz, rovî, hesp, meymûn hwd. ku di şer de birîndar bûne derdikeve. Paşê Elcelîl bi navê “Il Gattaro D’aleppo/Pisîkên Helebê" hêwirgehek ava kir.    Heywanheza lubnanî Alessandra Abidîn ku li Îtalyayê dijî, li ser înternetê pêwendî bi Elcelîl re danî û ji bo alîkariyê li ser medyaya civakî rûpeleke bi navê “Ernesto’s Sanctuary for Syrian Cats/ Ji bo Pisîkên Helebê Hêwirgeha Ernestoyê" vekir. Piştî li ser rûpelê alîkarî û piştgirî hat kirin, Elcelîl hêwirgeha li Helebkê ku ji ber şer rûxiyabû nû kir. Me jî li ser medyaya civakî pêwendî bi Alessandra Abidîn re danî û der barê vê xebata navborî de sohbet kir.    Abidîn got: "Piştî min di nav kavilên şer de pisîk dîtin hema demildest min li ser Facebookê rûpelek vekir. Tişta Muhammed dike tiştekî bêhempa ye. Fikirîm ku pêdiviya wî bi alîkariyê heye."    Abidîn, diyar kir ku paşê di Mijdara 2016'an de hêwirgeha wan hatiye bombekirin û heywanên di hêwirgehê de ji be rgazên kîmyewî û bombeyan mirine û got: "Ev pêvajo ji bo me pêvajoyeke êşbar bû. Gelek heywan miribûn. Me dîsa dest pê kir. Me di sala 2017'an de vê carê Mala Pisîkan Ernesto ava kir. Ernesto, navê pisîka min a ku mir bû."    ‘EM ZAROKAN BI HEYWANAN TERAPÎ DIKIN'    Abidîn, bilêv kir ku piştî demeke bi alîkarî û piştevaniya hatiye kirin wan li bejahiya Îdlibê erseyek kiriye û Hêwirgeha Ernestoyê li wir klînîka baytariyê vekiriye û li vir xwedî li heywanên ji be rşer mexdûr bûne tê derketin û tên tedawîkirin.    Hêwirgeha Ernestoyê di sala 2018'an de 309 pisîk, 39 kûçik, 4 meymûn, 3 roviyên sor ên Sûriyeyê, bazek, hespek û gelek mirîşk û kîvroşk tedawî kirine.    Her wiha Abidîn, destnîşan kir ku di demên dawî de wan li nav hêwirgehê baxçeyê zarokan jî çêkiriye û zarokên ji be rşer mexdûr bûne tên vî baxçeyî. Abidîn got: "Em zarokan bi heywanan terapî dikin û em hez û hurmeta ji bo heywanên fêrî wan dikin."    BANG    Abidîn, diyar kir ku amûrên wan ên ji bo heywanên kedî hene, lê belê yên ji bo heywanên kovî pir tune ne û got: "Me alîkarî ji Wezareta Çandinî û Daristanê ay Tirkiyeyê xwest. Lê belê hîn bersiv nehatiye."    Abidîn, ji bo alîkariyê bang li hemû heywanhez û baytarên li Tirkiyeyê kir û got: "Neteweya heywanan tune ye. Ji kerema xwe alîkariyê bikin ku em xwedî li van heywanan derkevin."    MA / Gozde Çagri Ozkose