Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em bibin Leyla û tecrîdê bişkînin 2019-01-29 09:08:36 STENBOL – Di 3'yê Sibatê de dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi dirûşmeya "Wê tarîtiya tecrîdê bê şikandin! Meşaleya azadiyê pêkeve! Wê gel bi berxwedanê bi ser bikeve!" mîtîng bê lidarxistin. Parlementerên HDP'î ji bo mîtîngê bang li herkesî kirin û gotin: "Divê herkes bibe Leyla û teqez divê em tecrîdê bişikînin."  Wê di 3'yê Sibatê saet di 13:00'an de ji bo piştgiriya çalakiyên birçîbûnê yên ji bo tecrîd bi dawî bibe hatin destpêkirin li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngek bê lidarxistin. Wê mîtîng bi dirûşmeya "Wê tarîtiya tecrîdê bê şikandin! Wê meşaleya azadiyê pêkeve! Wê gel bi berxwedanê bi ser bikeve!" mîtîng bê lidarxistin. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ji b mîtîngê bang li herkesî kir û got: "Leyla Guven, ji bo mafê demokratîkbûyînê yên bi milyonan kesî, ji bo dawî li tecrîdê bê û rê li ber aştiyê vebe di greva birçîbûnê de ye. Divê em dengê xwe li dengê Leyla GUven zêde bikin. Çalakî didome. Ji bo em jî xwedî li vê çalakiyê derkevin, em di 3'yê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bên cem hev."     'DIVÊ EM BERTEK NÎŞAN BIDIN'    Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî destnîşan kir ku di jiyanê de çalakiya herî mezin ew e ku mirov bedena xw ebid eber mirinê û got: "Hevala me Leyla Guven jî yek ji wan kesa ye. Em hemû dizanin ji bo domandina şer tecrîd helwestek e. Loma divê em bertek nîşan bidin. Di 3'yê Sibatê de em li benda hemû kesên ku doza edalet, aştî û azadiyê dikin."    'DIVÊ EM HEMÛ BIBIN LEYLA'    Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî, destnîşan kir ku her diçe berxwedana Leyla Guvenê mezintir dibe û got: "Ji bo em dengê xwe li dengê Leyla Guven zêde bikin, ji bo em bo wê bibin bêh û jiyan berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Piştî mîtînga Amedê, niha dor a Stenbolê ye. Em di 3'yê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê li benda hemû kesên azadîxwaz, aştîxwaz û edaletxwaz in. Ji bîr nekin Leyla ji bo me hemûyan li ber xwe dide. Divê em hemû bibin Leyla û teqez tecrîdê bişikînin."    'EM BANG LI HEMÛ GELAN DIKIN'    Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên qesrê, li dijî xizaniyê, şer û neçareserkirina pirsgirêka kurd em di 3'yê Sibatê de hemû kesî vedixwînin mîtînga Stenbolê. Pîroglû got: "Em bang li çîna karkeran, bang li hemû gelên ku zarokên xwe di şer de winda kirine dikin. Em dengê xwe li dengê Leyla Guven zêde bikin. Di 3'yê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bên cem hev."    'EM DI 3'YÊ SIBETÊ DE DENGÊ XWE BIKIN YEK'    Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî got: "Em li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê li bende hemû demokrasîxwaz, aştîxwaz û kedkaran e. Li vî welatî em di pêvajoyeke tecrîdkirî re derbas dibin. Leyla Guven, ji bo tecrîd ji holê rabe û rê li ber aştiyê vebe di greva birçîbûnê de ue. Tenê ne ew, gelek girtî jî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne. Ji bo xwe doza tiştekî nakin. Ji bo demokrasî, azadî û aştiyê di grevê de ne. Werin em bi hev re bibin dengê hevalên xwe û di 3'yê Sibatê de dengê xwe bikin yek."    MA / Necla Demir - Serkan Satılmış