Kişanak û Tuncel nehatin tehliyekirin 2017-11-03 18:08:57 MELETÎ – Di danişîna 3’yemîn a doza Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak de jî biryara tehliyeyê nehat dayîn. Tuncel û Kişanak gotin ew ji ber fealiyetên xwe yên siyasî tên darizandin. Danişîna 3’yemîn a doza Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Meletiyê hat dîtin. Tuncel û Kişanak bi riya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn, lê belê parêzerên wan li eywanan dadgehê amade bûn. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Parlementerê Die Linke ya Almanyayê (Partiya Çepgir a Almanyayê) Hakan Taş, rojnamegerê îngilîz Con John, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, rêveberiya DBP’ê ya Amedê, rêveberên DBP û HDP’a Meletiyê, Hevşaredara Çinara Amedê Beyaz Kaplan, malbata û gelek kes danişîna dozê şopandin. Di danişînê de ewil Kişanakê parêzî kir. Kişanak bi bîr xist ku kesên îdia amade kirine ji FETO’yê tên darizandin. Kişanak diyar kir ku belaheq û belasebep ew saleke girtiye. Kişand dest nîşan kir ku wê dizî nekiriye, qesda canê kesî nekiriye û niha tenê ji ber nasnameya xwe ya siyasî û fealiyetên xwe tê darizandin. Piştî Kişanakê, Tuncelê parêzî kir. Tuncelê jî kesên dadgehê dişopînin silav kir û dest nîşan kir ku ew ne bi riya SEGBÎS’ê lê li dadgehê dixwazin biaxivin û li ber çavê dadgehê dixwazin vebêjin ku tişta wan kiriye ne sûc e. Tuncel got ku erka siyasî bi zext û zorî bi ser huqûqê de diçe û niha huqûq û edalet di bin zext û zoriyan de ye. Tuncelê jî diyar kir ku ew ji ber fealiyetên xwe yên siyasî tên darizandin. Parêzerê Kişanakê Cîhan Aydin balê kişand ser guherandina heyeta dadgehê û wiha got: “Êdî taqet di me de nema ku em ji heyete nû re behsa dosyeyê bikin. Ev yek atmosfereke necidî dide der. Li hemberî we du siyasetmedar hene. Delîlên ku polîsên FETO’yê amadekirin ji bo darizandinê ne bes in û şaş e. Ev operasyonên siyasî hemû ji bo tayînkirina qeyûm bûn.” Aydin daxwaza tehliyeya muwekîlên xwe kir. Lê belê piştî parêziyan heyeta dadgehê navbereke kurt da û piştî navberê  danişîna dozê taloqî 8’ê Çileya 2018’an kir.