Leyla Guven: Heta Serokê me Ocalan bi temamî azad bibe em bibin xelek 2019-01-28 19:22:07   AMED - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di roja 82'emîn de beşdarî bultena nûçeyên êvarî ya Sterk TV bû. Guven, bang li hemû gelê kurd kir ku neyên xapandin û xwest heta bi temamî tecrîd bi dawî bibe li dora Ocalan bibin xelek.    Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye her ku diçe li girtîgehan belav dibe. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiriye, 82 roj li pey xwe hişt. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî 69 roj li pey xwe hişt. Çalakiya grevê ya li Strasbaurg û millerê jî 43 roj li pey xwe hişt. Çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 44 roj li pey xwe hiştin.    'HETA TECRÎD BIŞKÊ EM BIBIN XELEK'    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di roja 82'emîn de beşdarî bultena nûçeyên êvarî ya Sterk TV bû. Guven, bang li hemû gelê kurd kir ku neyên xapandin û xwest heta bi temamî tecrîd bi dawî bibe li dora Ocalan bibin xelek. Guven wiha got: "Di serî de ji xebatkarên Strek tv û berxwedanên diyasporê re silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Ez berxwedêrên zindanan ku 44 rojin li ber xwe didin bejna xwe ditewînim. Ji ber ku ez ji zindana Amedê qut bûm hêj ruhê min li zindana Amedê ye. Ev çalakî wekî rexnedayîna me ye. Ez ji ber ku vê peyvira xwe pêk tînim di nava coşekê de me. Heta niha kurdan çi bi dest xistine bi bedelên giran bi dest xistine. Beyî bedel serkeftin nayê bi destxistin. Ger ku niha jî bedel ji me bên xwestin em amade ne ku bedel bidin. Em zilmê û bê rûmetiyê qebûl nakin. Em ji vê bindestiyê re dibêjin êdî bes e. Ev ne tenê daxwaza min e. Ev daxwaza milyonan e. Niha berxwedan her ku diçe belav dibe.  Jinên kurd ji roja ewil de li derve û li Ewropa pêşengiya berxwedanê kirin. Pêşengî û berxwedana jinên kurd ji min re bû hêz, moral û min ev çalakî pêk anîn. Ew ji bo min bû hêz û moral. Ji Sarayan heta Arîn Mîrkanan ji bo me bûn pêşeng. Divê kes neyên xapandin. Divê nebêjin tecrîd hatiye şikandin. Heta ku bi temamî tecrîd neyê şikandin divê em kurd tev ranewestin. Divê me tev li dora Serokê xwe bibin xelek. Serkeftin nêzîk e. Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala kurdan. Em dixwazin hemû gelê kurd û jin li dora Rêber Apo bibin xelek."