Li 32 endamên KESKê yên OHAL şermezar kirin doz vebû 2019-01-28 15:00:02   AMED – Li 32 endamên sendîkaya KESK'ê yên OHAL şermezar kirin li wan doz hat vekirin.    Li 32 endamên sendîkaya KESK'ê yên ku piştî bi KHK'ê hatin îxrackirin û di 17'ê Gulana 2017'an de OHAL şermezar kirin, hatibûn binçavkirin. 32 kesên ku wê demê hatin binçavkirin û berdan, bi îdiaya "Li diji zagona OHAL'ê muxalefetî kirine, li dijî xala 2911'an tevgeriya ne, li wan doz hat vekirin.  Yekemîn danişîna 32 endamên KESK'ê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. 32 kesên doz li wan hatin vekirin û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Ji 3 polîsên ku idia kirine hatine derpkirin jî ji wan 2 polîs tev li danişinê bûn. Endamên KESK'ê ku tev li danişînê bûn îdîayên der barê xwe de red kirin û beraeta xwe xwestin. Heyeta dadgehê ji bo kêmasiyên dosyayê temam bike, danişîna dozê taloq kirin.    DESTÛR NEDAN LI PÊŞ EDLIYÊ DAXUYANÎ BIDIN   Endam û rêveberên Platforma Şaxan a KESK'ê der barê lêpirsîna li 32 endamên wan hatiye vekirin, xwestin piştî danişînê li pêş Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan destûr nedan. Li ser vê yekê KESK'ê li pêş buroya Xizmeta Edliyê ya pêvek a Amedê daxuyanî dan. Li ser navê KESK'ê berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê Suphî Îzol, daxuyanî da û diyar kir ku wekî KESK'ê li dijî hemû pêkutuyên OHAL'ê derdikevin û dê li dijî zextan tekoşîna xwe berdewam bikin.    Endamê Rêveberiya Navendî yê KESK'ê Îlhan Yîgît jî anî ziman ku ew van pêkanînên keyfî qebûl nakin û dê têkoşîna xwe berdeam bikin.