HDP’ê li Wan û Colemêrgê xebatên hilbijartinê birêve bir 2019-01-28 14:45:14   WAN  / COLEMÊRG – HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Wan û Colemêrgê bi gel re hat cem hev. Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe got: “Gelê me wê di 31’ê Adarê de qeyûman bi qewirîne.”    HDP di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de li navçeya Payîzava ya Wanê namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê bi el da nasîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede, Hevseroka DBP’a Wanê Aynur Tarhan, hevserokên HDP’a Payîzavayê, namzetên hevşaredariya HDP’ê yên Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Mustafa Avci, namzetên hevşaredariya Payîzavayê Kemal Guler û Rojbîn Akdag û gelek welatî beşdarî bernamaya danasînê bûn.    Namzet di têketina Payîzavayê de ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin û karwanê wesayîtan heta ber avahiya HDP’ê hat. Tevî barîna berfê jî gel li ber avahiya partiyê kom bû û dirûşmên “Ya Me Ye” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.    'EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN’    Di bernameya danasînê de Namzeta Hevşaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û destnîşan kir ku tevî hemû binçavkirin û girtinan jî gel xwedî li partiya xwe derdikeve û got: “Li gel hemû zextan jî HDP bi awayek zindî li ser piya ye. Çimkî gel xwedî li nirx û partiya xwe derdikeve û vê xwedî derketinê didomîne. Gelê me ku xwedî li partiya xwe derdikeve dê di hilbijartina 31’ê Adarê de qeyûman biqewirîne û bişîne.”    Namzetê Hevşaredariya Wanê Mustafa Avci jî da zanîn ku ew ê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin û bixin xizmeta gel.    Rêveberên HDP’ê gel silav kirin û pişt re li avahiya HDP’ê bi gel re hatin ba hev.    COLEMÊRG   Yek ji bajarên din ku HDP xebatên xwe hilbijartinê lê birêve bir jî Colemêrg bû. Namzetên Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Karaman li navenda bajêr xebatên xwe yên hilbijartinê birêve birin û gelek welatî beşdarî xebatê bûn. Namzetan û rêveberên HDP’ê serê sibê çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û nexweşan ziyaret kirin û pişt re jî li taxên Bîçer, Halîfe, Dervîş û Bulakê gelek mal ziyaret kirin.    Namzetan di serdanan de li pirsgirêkên gel guhdar kirin û diyar kirin ku ji bo ew şaredariya gel bikin dê şaredariyên qeyûm tayînî wan kirine paş de bistînin.