Cebar Yawer: TSK'ê di navbera 2015-2018'an de 823 caran Herêma Kurdistanê bombe kir 2019-01-28 12:07:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer eşkere kir ku ji destpêka sala 2015’an heya dawiya sala 2018’an TSK'ê 398 caran bi balafirên şer û 425 caran jî bi topan êrîşê navçeyên li ser sînor ên  Herêma Kurdistanê kiriye.   Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer têkildarî bombekirina TSK'ê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji Dengê Amerîka re axivî. Cebar Yawer diyar kir ku ji serê sala 2015’an heya dawiya sala 2018’an Tirkiye 398 car bi balafirên şer navçeyên li ser sînor ên Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye, 425 car jî bi topan ev herêmên li ser sînor ên Herêma Kurdistanê topbaran kirye. Yawer diyar jî kir ku gelek caran ji ber êrîşên Tirkiye ên bi balafir, topan û hêzên bejahî ziyan bi tevayî herêmên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ketiye ku dirêjiya vî sînorî zêdetirî 700 kîlometre ne. Yawer bal kişand ser ziyanên van êrîşan û diyar kir ku di encama van êrîşan de gelek gundiyan gundên xwe berdane, nexweşxane rûxiyane, dibistan xirabûne, rê û pir xirabûne û gelek welatiyên sivîl jî şehîd bûne.   Di dawî de jî Yawer balkişand ser van binpêkirinên TSK'ê û got: “Tu lihevkirinek fermî di navbera Hikûmeta Iraq û Tirkiye de nîne ji bo rê were dayîn, artêşa Tirk evqas binpêkirinên asîmanî, topbarankirina herêmê û leşker anîna nav xaka Iraqê bike.”