Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Mîmkara dîsa hat binçavkirin 2019-01-28 11:42:15   ŞIRNEX – Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara piştî li Amedê hat berdan 2 roj şûn vê carê li Cizîrê hat binçavkirin.    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara di çarçoveya xebatên xwe yên partiyê de çû navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Mîmkara ji ber sedemek nehat zanîn li navçeya Cizîrê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wî birin Miduriyeta Polîsan a Cizîrê.    Mîmkara di 26’ê çile de li Amedê hatibû binçavkirin û piştî îfade da emniyetê hatibû berdan.    Mîmkara ji ber xebatên xwe yên partiyên gelek carên din jî hatibû binçavkirin. Mîmkara di 19’ê tîrmeha 2015’an de li semta 500 Evler a navçeya Peyasa Amedê 3 wesayîtên sivîl pêşiya wî birîbûn û ew revandibûn. Mîmkara ji aliyê kesên bi çek û bêtêl ve hatibû derbkirin û gefên kuştinê li xwaribûn.