Prof. Dr. Savran: Piştî hilbijartinê dê kedxwarî zêdetir bibe 2019-01-28 09:02:13   STENBOL - Prof. Dr. Sungur Savran, krîza aborî ya li Tirkiye şiband serdema salên 1929'an a "Buhrana Mezin" û wiha got: "Îktîdara niha, li şûna rê li pêş krîzê bigire her dem taloq dike. Piştî hilbijartinê dê kedxwariya karker û kedkaran zêdetir bibe. Dê êrîşî kedê bikin. Karker dê bi girseyî ji kar bên avêtin."    Li Tirkiye krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Her ku krîz kûr dibe, zêdetir bandorê li ser karker, kedkar, rençber, çotkar û esnafan dike. Welatiyên ku bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî krîzê tînin ziman jî rastî ceza tên. Her çend rayedarên îktîdara AKP'ê bi daxuyaniyan hewl bidin çavê gel bigirin jî lê lêçûna welatiyan zêde dibe û heqê keda wan erzan dibe. Li Tirkiye betalî, xizanî zêde dibe. Kedxwarî zêde dibe û heqê kedê her diçe erzan dibe. Têkildarî kriza aborî ya li Tirkiye Hîndekarê Zanîngeha Okan a Stenbolê Prof. Dr. Sungur Savran nirxand. Savran, anî ziman ku krîza aborî dê piştî hilbijartina 31'ê Adarê bêtir kûr bibe.    ‘ÊDÎ CÎHANEK NAYÊ JIYÎN LI PÊŞ ME YE'    Prof. Dr. Sungur Savran, krîza aborî ya li Tirkiye şiband serdema salên 1929'an a "Buhrana Mezin" û wiha got: "Îktîdara niha, li şûna rê li pêş krîzê bigire her dem taloq dike. Piştî hilbijartinê dê kedxwariya karker û kedkaran zêdetir bibe. Dê êrîşî kedê bikin. Karker dê bi komê ji kar bên dûrxistin. Piştî krîzê êdî cîhanek nayê jiyîn li pêş me ye. Niha welatiyên ku ji bo debara xwe bikin zarokên xwe difiroşin jî hene. Krîza îro li Tirkiye heye jî dişibe Krîza Mezin a Buhranê. Ev krîz ne tenê li Tirkiye, li hemû cîhanê heye. Tevgerên Faşist li bez li Ewropa û Amerika bilind bûn. Nakokiyên nava welatan zêde dibin. Dozên gumrikê zêde dibin. Şerê bazirganiyê dest pê dikin. Niha rîska şerê cîhanê yê siyemîn zede ye. Em li tevahiya cîhanê di rewşa awarte re derbas dibin."    'TIRKIYE JÎ PARA XWE JI KRÎZÊ GIRT'     Savran, anî ziman ku Tirkiye jî para xwe ji vê krîzê girtî ye û wiha berdewam kir: "Ewil krîz li welatên rojava pêş ket. Piştre derbasî Tirkiye bûn. Niha Tirkiye jî para xwe ji vê krîzê girtiye. Sermayeya Tirkiye ket bin deynê dowîzan. Piştî faîz zêde bû sermaye dîsa li Tirkiye vegeriyan. Vê carê Sermayeya Tirkiye ket bin valahiyek kûr. Li Tirkiye krîzek kûr heye. Tirkiye di qada hilberînê de jî dikeve krîzê. Ev yek dibe sedem ku krîza betaliyê jî zêde bibe. Sermaye ku êdî nikarin hilberînê bikin êrîşî kedê dikin. Hikûkemat AKP'ê tawiz li ser tawîzan dide dervê welat. AKP dixwaze hilbijartina 31'ê Adarê bê bela derbas bike. Lê piştî 31'ê Adarê dê vê carê êrîşî keda karkeran bikin. Dê kedxwarî zêde bibe. Dê sermaye karkeran bi komî ji kar derbixe an jî dê bi kedek pir erzan karkeran bidin xebitandin. Ji ber vê yekê dê binpêkirina kedê zêde bibe.    Divê karker, kedkar û gel li dijî vê yekê bibe yek. Divê hemû sendika û komeleyên karkeran kerker û betal tev bibin yek û mafê keda xwe biparêzin. Divê hemû li cem kesên bindest cih bigirin û li dijî krîza aboriyê têbikoşin. Ger ku karker û kedkar piştgiriyê nedin AKP’ê, AKP dê darbeyek gelek mezin bixwe. Ji ber vê yekê AKP hewl dide vê krîzê taloqî piştî hilbijartinê bike. Divê karker û kedkar li hemberî vê yekê pir hestiyar û bi rêxistinî tev bigerin."