Asayişa Duhokê li Dihok û Şêladizê bi dehan kes binçav kir 2019-01-27 22:06:04   DUHOK - Asayişa Duhokê ya girêdayî hikûmeta PDK'ê , bi dehan kesên tev li xwepêşandana Şêladizê bûne û kuştina 4 welatiyan şermezar kirin, binçav kirin.    Asayişa Duhokê ya hikûmeta PDK'ê, di saetên êvarî de  li Dihokê û Şêladizê gelek kesên ku duh tevlî xwepêşandanê bûne û li Dihokê piştgirî dan xwepêşandê, binçav kirin. Hikumeta Herêma Kurdistanê hêzek mezin birine Şêledizê û derdora wê. Asayîşê dest bi binçavkirina kesên ku tevlî xwepêşandana duh ya Şêladizê bûne kir. Xalid Cafer yê xelkê Şêladizê ji ber beşdarî xwepêşandana Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê bûye ji aliyê hêzên asayîşa PDK'ê ve hate binçavkirin. Hêzên asayîşê li ser mala Xalid de girtin.  Welatiyên tevlî xwepêşandan Dêralokê ya 25'ê Çileyê bûn û li ser medya civakî ji gelê Dihokê daxwazkirin piştgirî bidin gelê Şêladizê jî hatin binçavkirin. Asayîş ne tenê li Şêladizê li Dihokê jî dest bi pêla binçavkirina welatiyên li dijî dagirkeriya Tirk kir.  Asayîşa Dihokê, bi ser mala çalakvanên civaka sivîl mamoste Bedel Berwarî de girtin. Bedel Berwarî ji ber daxwaz kiribû li Dihokê jî xwepêşandan li dijî dagirkeriyê û komkujiyan çêbibe,  ji aliyê asayîşê ve hate binçavkirin. Asayişê çalakvanê civaka sivîl Kovan Salih Rêkanî jî binçav kirin. Di heman wextê de berpirsyarê ofîsa NRT yê li Dihokê ji aliyê asayîşê ve hatiye binçavkirin û ofîsa NRT ya li Dihokê jî hate girtin.