Şêniyên Tebqayê ji bo piştevaniya daxwaza Guven ketin grevê 2019-01-27 20:21:56   TEBQA - Şêniyên Tebqayê bi armanca destekdayîna daxwaza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û 234 girtiyên di girtîgehan de, bi dirûşma "Biratiya gelan dê planên faşîzma Tirkiyê hilweşîne" dest bi gireva birçîbûnê kir.   Şêniyên bajarê Tebqa û gundewarên wê û 50 endamên Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca destekdayîna daxwaza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û 234 girtiyên di girtîgehan de, dest bi gireva birçîbûnê kir. Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl û leşkerî dê tev li grevê bibin. Çalakiya greva birçîbûnê dê 4 rojan berdewam bike. Kesên ku tev li grevê bûn, li pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulkerîm El-Îbrahîm daxuyanî da û bal ki şand ser armanca çalakiyê. El-Îbrahim, destnîşan kir ku ew xwediyên projeyeke mirovî ne, bi fikrên demokratîk û zimanê biratiya gelan tev digerin û greva wan a birçîbûnê ji bo destekdayîna Leyla Guven û 230 kesên di girtîgehên Tirkiyê de, di greva birçîbûnê de ne.   Kesên ku tev grevê bûn, cilên taybet ku wêneyên Leyla Guven û Nasir Yagiz li ser in, li xwe kirin.