Gelê Qamişlo, Hesekê û Dêrikê li dijî tecridê meşiyan 2019-01-27 19:59:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Til Temir, Qamişlo û Dêrikê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin kolanan û bi pankart û dirûşmeyan meşên girseyî li dar xistin û gotin "Em dê tecridê bişkînin."    Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya daxwazên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên li zindanan li bajarê Rojhilat û Bakurê Sûriye jî berdewam dikin.    HESEKÊ    Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir û gundewarên wê bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven, şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana girtîgehan em ê tecrîdê bişikînin" meşek li dar xist. Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin" meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir û gundewarên tev li meşê bûn. Girsê di meşê de ala Kongreya Star, PYD, wêneyên Leyla Guven û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin. Girse ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan meşiyan û dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe” berz kirin û Berxwedana Leyla Guven silav kirin. Meş li Çerxerêya Şehîd Qendîl veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên meclisa navçeya Til Temirê Abdulbaqî Kotî axivî û berxwedana girtiyên di girtîgehan de silav kir.    ENdama Kongreya Star a navçeya Til Temirê Eliya El-Îsa diyar kir ku ew ê heta dawiyê destekê bidin çalakiya Leyla Guven û hemû kesên ku di greva birçîbûnê de, ji ber ku mew nûnertiya îradeya gelê Kurdistanê dikin.  Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven bi dawî bû.   QAMIŞLO    Kongreya Star li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan û piştgriya parlamenter Leyla Guven meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên Qamişlo di meşê de amade bûn. Girsê alên Kongreya Star û PYD`ê, wêneyên Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan û pankartên “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”, “Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişkînin”, “Azadiya rêber Apo azadiya me ye” hildan. Meşê ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û di kolanên sereke yên navçeyê re heta Qada Jina Azad dewam kir. Şêniyan deqeyekê rêz girt, paşê bi navê Kongreya Star endama rêveberiya Kongreya Star Mizgîn Ehmed axivî û wiha got: "Îro çalakiya Leyla Guven derbasî roja 81’an bû, em silavên xwe li berxwedana wê dikin." Mizgîn da xuyakirin ku rastiya jinên berxwedêr di kesayeta têkoşer Leyla Guven de derket pêş, berxwedana ku di zindanên Tirkiyê de nîşan da, bandor li her çar parçeyên Kurdistanê kir. Mizgîn wiha got: "Îro dîrokê ji me re îsbat kir ku berxwedana jinan berdewam e û ranaweste, va ye Leyla Guven meşeleya azadiyê hildaye û rêya hemû jinên cîhanê ronî kiriye." Mizgîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de têkoşer Avesta Xabûr ku çalakiya fedayî li Efrînê dijî artêşa Tirk a dagirker kir, bi bîr anî. Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana têkoşer Leyla Guven bi dawî bû.   DÊRIK    Bi heman armancê Yekitiya Jinên Ciwan li Dêrikê çalakî pêk anîn. Yekîtiya jinên Ciwan li Dêrikê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Parlementer Leyle Guev çalakiya konvedanê li dar xist. Di çalakiyê de hezar û 80 îmze ji bo rakirina li dijî Ocalan  hate komkirin. Çalakî bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Nazlê Dêrik ve bi dawî bû.