Leyla Guven: Zindan dê tecrîdê bişkînin 2019-01-27 18:55:47   ENQERE - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 81 roj li pey xwe hişt. Guven îro peyamek parve kir û wiha got: "Ez bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didim. Zindan jî dê bi vê moralê tecrîdê parçe bikin."    Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven 81 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Guven, di 25'ê Çile de ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat berdan li mala xwe ya Navçeya Rezan a Amedê 3 rojin, çalakiya xwe berdewam dike û 81 roj li pey xwe hişt. Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê îro peyamek belavkir û wiha got:    “Dema ez ji Zindana Amedê derketim, min pir zahmeti dît. Ji ber ku min li wir dest bi berxwedanê kir. Ruhê 14'ê Tîrmehê li ser wan dîwaran hatiye neqişandin. Ew hur li wir hêzê dide. Min ew heqîqet û manevîyat pir hîs kir. Min ew gotinên hevalên xwe ji nûve hîs kir û bihîst. 81 rojin li ber xwe didim. Ez li girtîgehê pir baş bûm. Lê piştî ez hatim wekî ez ji wî ruh û maneviyatê qut bibim. Tu tiştên li derve av, hewa bi min xwezayî nayên."    EZ AMADE ME BEDEL BIDIM   Milekî vê berxwedanê xebatên li derve ne. Ev xebatên derve çavkaniyên me yên moralê bûn. Her ku hûn bînin ziman, mirov bi axivin û belav bibin... Rojnameya Alman çend roj berê ji bo roportajê pirs ji min re şandin. Digot 'Partiya we bi qasî tê xwestin li we xwedî derdikeve? Min jî got bi xêra partiya me dengê min gihişt heta Almanya. Keda we sax be. Ev têkoşîna topyekûn e. Divê em bi hevre vê têkoşîn û berxwedanê geş bikin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ger ku ev dewleta faşîst û ceberut bedelê ji me dixwaze em gelê kurd û jina kurd amade ne. Ji ber vê yekê gava ewil min avêt û gava duyemin li zindanan berdewam kir. Coş û kelecana zindanan pir mezin e. Ev barwerî, berxwedan û coşa zindanan dê vê tecrîdê perçe bike. Bila fikara tu kesî ji vê yekê tune be."