Îtîraza hevserokê HDP’ê ya qeyda wî cemidandin qebûlkirin, lê ya hevjîna wî nekirin 2019-01-27 16:52:56   AMED - Li 9 navçeyên Amedê qeyda hezar û 656 hilbijêran li ser îtîrazan hat cemidandin. Yek ji kesên qeyda wan hatin cemidandin ya Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Pasûrê Mehmet Abidin Karaman û hevjîna wî bû. Abîdîn Karaman ku 11 salin li navnîşaneke sabît dijî, li YSK'ê îtîraz kir. YSK'ê îtîraza Karamkan qebûl kir, lê ya hevjîna wî qebûl nekir.    Hilbijartinên Rêveberiya Herêmî dê di 31'ê Adarê de pêk bên. Lîsteyên hilbijêran di 4 û 17'e de li muxtariyetan hatin daliqandin. Dema lîste hatin daliqandin bi deh hezaran hilbijêr li navnîşanên sexte hatin qeyd kirin. Li Amedê jî li 9 navçeyan Hezar û 656 hilbijêr li cihê şaş hatin qeydkirin. Lê li şûna YSK qeydan li navnîşana şaş hatine qeyd kirin bicemidîne, qeyda Hevserokê HDP'ê yê Pasûrê Mehmet Abîdîn Karaman cemidandin. Piştî Karaman ev yek itiraz kir, Lijneya Hilbijartinê ya NAvçeyê îtîraza Karaman ê 11 salin li heman navnîşanê diji qebûl kir, lê ya Hevjîna Mehmet Abidin Karaman qebûl nekir. Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê vê carê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîraz bike.