2 kesên di raperîna Şêladizê de jiyana xwe ji dest dan defin kirin 2019-01-27 15:14:33   DUHOK - Cenazeyên du kesên duh di serhildana gelê Şeladrizê ya li dijî bomberdûmê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.   Balafirên şer ên TSK'ê di 23'ê Çile de li Gundê Dêrelûkê bombe barandin û 4 welatî di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn û 2 welatî jî birîndar kirin. Piştî vêyekê Gelê Şeladizê ya herêma Behdînan a Duhakê bi ser qereqola Sirê ya eskeran a Tirkiye de girt. Di bûyera qereqola  Sirê de 2 welatiyên gundê Şeladizê jiyana xwe ji dest dan. Yek jê zarokekî 12 salî bû. Şêniyên Şêladizê ji bo veşartina cenazeyên 2 kesan kom bûn û kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan spartin axê. Di vê navberê de Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina leşkergehên Tirk esker şand herêmê.  Pêşmergeyekî Zêrevanî yê nexweş navê xwe eşkere bike agahî da Ajansa Nûçeyan a ROJNEWS'ê û got: "Pêşmerge wê li dijî leşkergehên dewleta Tirk çalakiyê li dar bixin. Piraniya pêşmergeyan li dijî dagirkeriyê bi gel re ne."