10 girtyên di grevê de avêtin odeyek biçûk 2019-01-27 14:18:12   MÊRSÎN - Gartiyanên Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Tarsusê, bi ser odeya girtiyên ketine greva birçîbûnê de girt û 10 girtiyên ku ketine greva birçîbûnê û 2 refakatvanên wan avêtin odeya biçûk ku tenê 5 kes dikarin lê bimînin.    Çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin. Piştî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdawî kir, 81 rojin çalakiya xwe berdewam dike. Li girtîgehan jî girtiyên PKK û PAJK'ê di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiya 10 roj dorveger û bê dawî kiribûn. Komek girtiyên siyasî di 16'ê Kanûna 2018'an de dest bi çalaktiya bêdawî û bêdorveger kirin. Piştre kom bi kom zêde bûn û niha zêdeyî 234 girtiyên siyasî çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger  berdewam dikin. Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Tarsusê, di 5'ê Çile de 7 girtî ketibûn greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Piştre 3 girtiyên din ketin greva birçîbûnê ya bê dawî û bêdorveger. Gartiyan bêyî agahîyê bidin ketin koxuşa girtiyan û 10 girtiyên di grava birçîbûnê de û 2 refakatvanên wan ji odeyê derxistin û avêtin odeyek biçûk ku tenê 5 kes dikarin lê bimînin. 12 kesên ku li odeya şûna 5 kesan hatin bicihkirin bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Girtî li malbatên xwe geriyan û agahî dan. Girtiyan diyar kirin ku piştî avêtin odeya biçûk êdî kontrola wan a tenduristiyê nayê kirin û vîtamînên B12 bi rêk û pêk nadin wan. Girtiyan da zanîn ku hin caran pêdiviyên wan ên xwê, şekir û lîmanê jî asteng dikin.